BCF: Wê ji bo xelkê Şingalê yên vedigerin xanî bên avakirin
.
Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Pîr Deyan ragihand ku bi hevkarî û hemahengiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hin rêxistinên din ji bo xelkê Şingalê yê vedigerin warê xwe, ew dê di qonaxa yekem de 50 heta 100 xaniyan ava bikin û hemû jî wê xaniyên nimûneyî bin.
Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Pîr Deyan ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Me wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî plan heye ku piştî em vegeriyan Şingalê dest bi karê xwe bikin. Bi taybet jî piştî rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin bo asayî kirina rewşa Şingalê em dê vegerin ofîsa xwe ya Şingalê dest bi karên xwe bikin. Plana me de heye xaniyan bo wan malbatên koçber bûne ava bikin, yên vegerin ser cîh û malên xwe bi taybet jî ew malbatên xaniyên wan hatine teqandin û xirab kirin û wêran kirin û rastî ziyanên mezin hatine bo wan dê bên çêkirin. Em li bendê ne ewlehî li Şingalê pêkbê ku baştir xizmetê ji xelkê Şingalê re em bikin. Em li benda bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ne.”
Pîr Deyan got: “Em ê raportekê li ser xirabûna xaniyên hemwelatiyan derbixin, bi hemahengiya li gel îdareya qeza Şingalê ve wekî ku me zaniye piştî dagirkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve li Dugirê û aliyê Qubleyê yê qeza Şingalê gelek xaniyên hemwelatiyan hatine xirab kirin.”
Pîr Deyan da zanîn: “Heta niha 6 hezar û 200 malbatên koçber vegeriyane Şingalê. Her malbateke koçber dema vedigere Şingalê em li Sihêla alîkariyan pêşkeşî wan dikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin