Behadîn Şerm: Li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek birêvebiriyê de dimîne
.
Wezîrê Veguhastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Behadîn Şerm ragihand ku danûstandin di navber birêvebiriya nû ya Sûriye û HSDyê de heye û li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek rêveberiyê de dimîne.
Behadîn Şerm diyar kir ku Îraqê 10 milyon Euro veqetandiye ji bo ku kamyonên veguhastinê yên di navbera Sûriye û Îraqê de kar dikin were kirîn.
Bi gotina Behadîn Şerme girêbestên kerta veguhastinê di berjewendiya desthilata berê û hevkarên wê de hatine kirin.
Wezîrê Veguhastinê da zanîn ku wan dest bi danûstandina di navbera parêzgehan de kiriye û ji sedî 70-80 ji nirxên kirêyên veguhastinê hatine diyarkirin.
Behadîn Şerm destnîşan kir ku piraniya otomobîlên li Sûriyeyê kevin in û got, "Piştî sala 2010an rejîmê hinartina otomobîlan rawestandibû lê me niha dest bi hawirdeya otomobîlên nû kiriye."
Şerm eşkere kir ku 11 deriyên wan ên sînorî çalak in û got:
"Me dest bi çalakkirina deriyê sînorî yê Bûkemalê kiriye. Di çûn û hatina welatiyan de pirsgirêkên ewlehiyê hene. Heta niha ti otomobîlên Tirkî nayên Sûriyeyê û yên Sûriyeyî jî nakevin Tirkiyeyê."
Wezîrê Veguhastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê her wiha da zanîn ku li Sûriyeyê 5 balafirxaneyên sivîl hene lê tenê 2 ji wan çalak in û got:
"Kompaniyayeke Sûriyeyî ya serbixwe xwedî 5 an 6 balafiran e.
Ji demekê ve geştên asmanî di navbera Hewlêr û Şamê de dest pê kirine. Balafirxaneya Şamê amade ye balafirên Almanyayê pêşwazî bike."
Behadîn Şerm diyar kir ku ji sedî 60-70 ji rêyên hesin ên Sûriyeyê ji kar ketine.
Wezîrê Veguhastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Behadîn Şerm pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Rûdaw: Ji girêbestên ku gendelî di wan de hatiye kirin, we çend hilweşandine?
Behadîn Şerm: Di bingehê de sektora veguhastinê sektoreke xizmetguzariyê ye. Ev sektor ji aliyê rejîma berê ve hatibû paşguhkirin. Dibe ku paşguhkirin ji ber çend sedeman be, yek ji wan sedeman girîngdana bi rêkeftinên taybet bû.
Sedemeke din jî bêxemiya rejîmê li ser dabînkirina pêdiviyên gelê Sûriyeyê bû. Derbarê girêbestan, çi biçûk çi mezin bin, cûreyeke xizmîtiyê di wan de hebû. Girêbest ji bo aliyekî diyarkirî yan koşka komarî hatine kirin.
Girêbest bi awayekî hatine kirin ku berjewendiyên dewlet û gel di wan de tune. Yan jî bihayên kelûpelan hatine bilindkirin ji bo berjewendiya kesên asayî yan jî xizmetguzariyên girîng li hember bihayên pir hindik hatine kêmkirin.
Rûdaw: Baş e, ew girêbestên ku gumana we ji gendeliya wan heye, bi kîjan kompanyayên biyanî re bûn?
Behadîn Şerm: Na, ne şert e ku girêbest bi kompanyayên biyanî re bin. Dibe ku girêbest bi navê kesên navxweyî bûbin wekî navnîşan lê di rastiyê de ji bo berjewendiyên Beşar Esed û derdora wî yan jî dezgehên îstixbaratê hatine kirin.
Dibe ku girêbest bi welatan re jî hebin lê cûreyek bêedaletî di van girêbestan de heye. Ez wek dewletê divê girêbestan ji bo berjewendiya giştî ya dewlet û gel çêkim.
Girêbest bi hin welatan re heye wek Rûsya yan Îranê, berjewendiya giştî ne ya Sûriyeyê ye lê ya wan welatan e ku girêbest bi wan re hatiye kirin.
Rûdaw: Girêbestekbi bihayê 10 milyon dolarî di navbera kompanyayên Sûrî û Îraqî de hebû, gelo hûn ê vê girêbestê jî hilweşînin?
Behadîn Şerm: Dibe ku ev girêbest heta radeyekê cuda be. Ev girêbesteke veberhênanê ye, ango dewleta Îraqê 10 milyon euro daye ji bo kirîna hin otomobîlên barhilgir ji bo karkirina di navbera Sûriye û Îraqê de. Dewleta Sûriyeyê dolarek nedaye lê bi rêya qezencê pereyê diyarkirî tê dayîn ku 5 milyon euro ye lê heta niha dewleta Sûriyeyê ev pere nedaye.
Ligorî girêbestên din ên Wezareta Veguhastinê, ev girêbesteke biçûk e. Derbarê vê girêbestê de, em dê bi aliyê Îraqî re têkiliyê deynin ji bo gihiştina çareseriyekê, hilweşandina wê yan jî berdewamkirina wê, lê bi awayekî rast, bi alîkariya Xwedê.
Rûdaw: Gelo hatinûçûn di navbera Şam û bajarên din de asayî ye, xelk dikare bê pirsgirêk geştê bikin?
Behadîn Şerm: Bêguman, di roja yekem a rizgarkirinê de me dest bi dabînkirina pêdiviyên xelkê kir, xasma pêdiviyên sereke wek nan û sotemeniyê, li gel dabînkirina sektora veguhastinê da ku xelk bikaribe di navbera parêzgehan de hatinûçûnê bike.
Me dest bi dabînkirina sotemeniyê ji bo amûran kir da ku karibin bi hevahengî li gel Wezareta Neftê kar bikin. Me dest bi rêkxistina geştan di navbera Şam û hemû parêzgehan de kir, di navbera Îdlib û hemû parêzgehan de, di navbera Heleb û hemû parêzgehan de.
Her wiha veguhastina navxweyî di nav her parêzgehekê de. Me dest bi danîna planekê kir ji bo diyarkirina bihayekî guncaw ji bo xwediyên otomobîlan û di heman demê de guncaw be ji bo xelkê xwedî dahateke pir kêm. Niha em dikarin bêjin ji sedî 70 heta ji sedî 80 ji bihayên kirêya veguhastinê çespandî ne û têne bicihkirin. Derbarê xizmetguzariyê ji bo welatiyên me, dikare bê gotin ku ji sedî 50 heta ji sedî 60 ji hêlan, çi navxweyî çi derveyî hatine dabînkirin bi alîkariya Xwedê.
Rûdaw: Birêz Wezîr, tiştekî din ê gelekî girîng ji bo xelkê heye, li gorî welatên din, bihayê otomobîlan li Sûriyeyê gelekî bilind bû, gelo planek heye ji bo danîna bihayekî standard ji bo cûreyên otomobîlan?
Behadîn Şerm: Bêguman ew otomobîlên li Sûriyeyê hene hemû modelên salên 80 heta 90 û 2000î ne, piraniya wan 2010 in. Piştî 2010an rejîmê hinardekirina otomobîlan rawestand.
Planek heye ji bo guherîna otomobîlan. Me rê da hinardekirina otomobîlên ku temenê wan ji 15 salan ne zêdetir e, ango otomobîl divê taybetmendiyên teknîkî baş û teknolojiya nû hebe, her wiha otomobîlên nû û bikarnehatî. Me dest bi hinardekirina otomobîlan kiriye û me baceke kêm daniye ku di navbera ji sedî 10 heta ji sedî 15 bihayê otomobîlê de ye.
Di demekê de berê bac ji ji sedî 300î bihayê otomobîlê zêdetir bû. Xelkê bi dilxweşî pêşwaziya vê gavê kir. Xelkê dest bi kirîna otomobîlan kiriye, welatiyên me yên li welatên Kendavê yan Îraqê yan Tirkiyeyê dest bi anîna otomobîlên xwe kirine bo nav Sûriyeyê, gumrikê didin û rasterast têne hundir.
Xelkê pêşwazî kiriye. Divê hemû otomobîlên Sûriyeyê werin nûkirin, ji ber ku otomobîlên kevin hene ku temenê wan 30 an 40 sal e, kêmtirîn temenê otomobîlan li Sûriyeyê 15 sal e.
Di qonaxên bê de em ê planekê ji bo guherînê deynin, eger kesek otomobîla xwe ya kevin radest bike û ji nav bibe, em dê rê bidin ku otomobîleke nû bîne, dibe ku ji gumrikê were bexşandin da ku em alîkariya xelkê bikin di guhertina otomobîlên xwe yên kevin ji bo yên nûtir.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim çend deriyên we yên sînorî bi welatên cîran re hene?
Behadîn Şerm: Heta niha 11 deriyên me yên çalak hene ku ser bi Desteya Giştî ya Deriyên Bejahî û Deryayî ne.
Rûdaw: Hûn dê kengî hûn deriyê sînorî bi Îraqê re vekin?
Behadîn Şerm: Bêguman deriyê Bukemalê. Derbarê Bukemalê dikare bê gotin ku me dest bi çalakkirina wê kiriye, gavên çalakkirinê berdewam in û biryar heye. Di qonaxên bê de piştî çareserkirina pirsgirêkên herêmên Hesekê bi alîkariya Xwedê, deriyên din ên bi Îraqê re dê werin vekirin.
Rûdaw: Birêz Wezîr, gelo veguhastin û bazirganî bi wan herêmên ku ne di bin desthilata we de ne û di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk de ne asayî ye? Gelo ti pirsgirêk hene?
Behadîn Şerm: Bêguman pirsgirêkên ewlehiyê di hatûçûya welatiyên me de hene û metirsî heye. Em hêvîdar in di demeke nêz de ev pirsgirêk were çareserkirin da ku welatiyên Hesekê û Dêrezorê bikaribin serdana Şamê û malbatên xwe li parêzgehên din bikin.
Rûdaw: Rojane çend otomobîlên barhilgir ên bazirganiyê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hene?
Behadîn Şerm: Bêguman heta niha ti otomobîlên Tirkiyeyê nayên nav axa Sûriyeyê û berevajî jî. Dibe ku ji ber cezayan be, niha Yekîtiya Ewropayê û gelek welatan dest bi taloqkirina cezayan kirine.
Dibe ku di qonaxa pêş de em bi welatan re rêkbikevin da ku rê bidin otomobîlên Sûriyeyê biçin nav welatên cîran û berevajî. Di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de barhilgir hene, lê digihêjin sînor û barê wan tê daxistin û tê veguhestin bo otomobîlên Sûriyeyî, lê otomobîlên Tirkiyeyê nayên nav Sûriyeyê.
Rûdaw: Projeyeke mezin bi navê Rêya Bipêşketinê di navbera Îraq, Tirkiye, Qatar û Îmaratê de heye. Gelo Sûriyeyê daxwaz kiriye ku bibe beşek ji vê projeya mezin?
Behadîn Şerm: Bêguman em lêkolînê li ser hemû rêyên berdest dikin ku di nav Sûriyeyê re derbas dibin. Em dikarin lêkolînê li ser mijara Deryaya Navîn bo Îraqê bikin.
Dikare Sûriye bi Îraqê re bi çend rêyan were girêdan, çi bi rêya hêla trênê yan rêya lezgîn. Her wiha bi Ewropa û Asyayê re bi rêya Tirkiye, Urdin û Sûriyeyê. Mijara Îraqê bi Tirkiyeyê re bi tevahî nehatiye qalkirin. Dibe ku ji ber çend sedeman be, yek ji wan ew e ku ew herêm hîn jî di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk de ye.
Eger rêyek were çêkirin ji bo pêwendiya Îraqê bi Tirkiyeyê re bi rêya Sûriyeyê, divê di Hesekê re derbas bibe, herêma Hesekê jî ji aliyê ewlehiyê ve ne baş e.
Rûdaw: Gelo danûstandin di navbera we û Hêzên Sûriya Demokratîk de heye?
Behadîn Şerm: Bêguman gotûbêj di navbera serkirdayetiyê de heye, tewra civîn di navbera Ehmed Şer û nûnerê HSDyê Mezlûm Ebdî de çêbû. Bêguman hinekî xavî ji aliyê HSDyê ve heye, li benda tiştekî ne lê di dawiyê de Sûriye parçe nabe û di bin yek birêvebirinê de dibe.
Em hêvî dikin kesên aqilmend ên nav HSDyê rêya rast bigirin ku yekîtiya Sûriyeyê ye û herêmê nekişînin nav xwînrijandineke zêdetir. 14 salên şer û wêraniyê ji bo gelê Sûriyeyê bes e.
Bêguman gelê Kurd pêkhateyeke gelê Sûriyeyê ne, bira û xwişkên me ne. Ti cudahî di navbera me û wan de nîne, mafên wan wek mafên me ne lê pirsgirêk ew e ku yên desthilata wan bi ser vê herêmê de heye dibe ku PKKê be ku bi aqilê dewleta Sûriyeyê nafikirin, lê fikirîna wan tiştekî taybet bi wan e.
Dibe ku xelkê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê, ku bandora wan a siyasî yan leşkerî heye bikaribin çareseriyekê deynin da ku herêm nekeve nav şer, xwînrijandin, kuştin, topbaran û tiştên din.
Rûdaw: Birêz Wezîr gelo wezareta we dikare li parêzgeha Hesekê kar bike?
Behadîn Şerm: Mixabin hin ji pêkhateyên HSDyê, piştî rizgarkirina Sûriyeyê, li şûna ku bi hikûmeta Şamê re têkilî deynin ji bo ji nû ve çalakkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyên me, êrişî dezgehan kirin û şewitandin û naveroka wan dizîn, çi li Dêrezor an li Minbic an herêmên Reqqa an Tebqa, ew herêmên ku çûnê piştî vekişîna rejîmê jê naveroka wan dizîn û arşîv û belgeyên wan şewitandin.
Her wiha ew cihên din ên li Hesekê. Berê rê didan rejîmê an karmendên rejîma berê biçin navê. Piştî rizgarkirina Sûriyeyê ev karmend derxistin û ketin bin desthilata HSDyê û têkilî bi Şamê re hat birîn.
Rûdaw: Mijara balafirgehan, gelo balafirgeha Qamişlo di bin desthilata wezareta we de ye?
Behadîn Şerm: Na na, piştî sê rojan ji rizgarkirinê, HSDyê bi tevahî dest bi ser balafirgehê de girt û têkilî bi Şamê re hat birîn.
Rûdaw: Birêz Wezîr çend balafirgehan hene li Sûriyeyê?
Behadîn Şerm: Hejmara balafirgehên medenî li Sûriyeyê pênc in, tenê Şam û Heleb çalak in. Balafirgeha Himêmîm li Lazqiyê heye, ev balafirgeh dibe ku di rojên pêş de were çalakkirin, balafirgeh kar dike lê niha binkeya Rûsî li wir heye, planek tê danîn ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.
Balafirgeha Qamişlo ku di bin desthilata HSDyê de ye, di rojên pêş de piştî rizgarkirina herêmê ji HSDyê, bi alîkariya Xwedê çalak dibe. Balafirgeha Dêrezorê heye ku medenî ye lê bi tevahî wêran bûye û pêwîstî bi nûkirinê heye lê balafirgehên Şam û Heleb bi tevahî di kar de ne.
Rûdaw: Çend balafir li Sûriyeyê hene?
Behadîn Şerm: Hejmara balafirên Sûriyeyê gelekî kêm e. Dewlet tenê xwediyê du balafirên çalak e. Hin balafir ji nav çûne, hin balafir hewceyî çêkirinê ne ku dibe ku mesrefa wan bi qasî nirxê balafirê be. Kompanyayeke serbixwe ya Sûriyeyê heye ku dibe pênc an şeş balafirên wê yên di kar de hebin.
Girêbest bi gelek kompaniyan re heye, pirsgirêk ne di hebûna balafira Sûriyeyî de ye, pirsgirêk ew bû ku rejîmê her girêbesteke ku veberhênana firokewaniyê tê de bikira sînordar kiribû. Di qonaxa pêş de em dê hatina balafiran bi hejmareke berbiçav ji bo balafirgehên Şam û Helebê bibînin.
Rûdaw: Gelek ji Sûriyeyiyên ku li Ewropayê dijîn dipirsin kengî geştên asmanî di navbera Şam an Heleb li gel Ewropa an Almanya bo mînak dest pê dikin. Geştên asmanî yên rasterast di navbera Almanya û Sûriyeyê de kengî dest pê dikin?
Behadîn Şerm: Em dikarin bêjin geştên balafiran ji çendîn welatan dest pê kiriye, ji wan Hewlêr, demek e geştên balafiran ji Hewlêrê dest pê kiriye. Hin mijar hene têkilî bi dorpêçan ve hene û hin mijar têkilî bi wan welatan ve hene, ka dixwaze balafiran bişîne yan naxwaze, lê em dikarin bêjin roj li dû rojê hejmara geştên asmanî ku tên Şamê zêde dibin bi alîkariya Xwedê.
Rûdaw: Gelo bi zûtirîn dem geştên asmanî di navbera Şam û Almanyayê de dê hebin?
Behadîn Şerm: Derbarê Almanyayê de mijar girêdayî Almanyayê ye lê balafirgeha Şamê amade ye ji bo pêşwazîkirina balafirên Almanya û welatên din.
Rûdaw: Birêz Wezîr, hêla rêhesin heye ku ziyan gihiştiye û kar nake, gelo plana we heye ji bo geşepêdana vî sektorî jî?
Behadîn Şerm: Bêguman dikare bê gotin ji sedî 60 heta ji sedî 70 ji hêla rêhesin ji kar ketine. Ji sedî 30 heta ji sedî 40 yê ku heye hewceyî çêkirineke lezgîn e. Rêhesin hewceyî çêkirinê ne, hêl hewceyî çêkirinê ne, hemû îstasyon hewceyî çêkirinê ne. Pêwîstiya me bi parçeyên yedek heye.
Niha em kar dikin, rêhesin çalak bûye ji bo veguhastina keresteyan sereke wek sotemenî û tiştên din ji kenarê ber bi Heleb û Şamê ve. Hêl kar dike, lê hemû di bingehê de kevn e. Ev hêl eger veguhastina zêdetir geşe bike hewceyî çêkirineke zêde ne, bi mesrefeke zêde. Hin hêl hene di bingehê de nayên çêkirin û hewceyî guhertina tevahî ne, ji xala sifir ve.
Hin hêl hene ku Îraq û Sûriyeyê bi hev ve girê didin û di Hesekê re derbas dibin ew jî ji kar ketiye. Beşek ji wan bingeha hêlê jî nemaye, beşek ji wan kar dikin, lê ji ber rewşa ewlehiyê rê hatine birîn.
Rûdaw: Pirsa min a dawî têkilî bi sîstema metroyê ve heye, gelo plana we heye ji bo geşepêdana sîstema metroyê li Heleb an li Şamê?
Behadîn Şerm: Bêguman em lêkolînê li ser metroya hilawistî dikin, ango rêhesina hilawistî an metroya binerdî li bin Şamê. Niha plan tenê ji bo Şamê ye, ji ber qerebalixiya zêde li Şamê. Eger plan serkeftî be, bi alîkariya Xwedê em dê bi rêya kompanyayên navdewletî dest bi cîbicîkirinê bikin.
Rûdaw: Têkiliya we bi kîjan kompanaya, ji kîjan welatî re heye ji bo karkirinê?
Behadîn Şerm: Berjewendiya yekem berjewendiya giştî ye ku ji bo gelê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê tê dabînkirin. Deriyên me vekirî ne ji bo hemû kompanyayên navdewletî yên xwedî şarezayiyeke baş.
Hin welat hene ji roja yekem ve hatin Şamê, di bingehê de piştgirên şoreşa Sûriyeyê bûn li dijî rejîma berê, pêşeng bûn di pêşkêşkirina pêşniyaran de ji bo karkirinê li ser alîkarîdana hikûmetê, bi tevahî ji bo avakirina dezgehan.
Niha her wezaretek nivîsgeha lêkolînê heye ku lêkolînê li ser proje û pêşniyarên pêşkêşkirî dikin ku sûda zêdetir ji bo dewletê tê de heye, li ser wê bingehê her girêbestek tê amadekirin.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê ku ji Şamê bi me re bû, em hêvîdar in li Şamê hev bibînin.
Behadîn Şerm: Spas ji we re.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin