Bêkariya herî mezin li bajarên Kurdan e
.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya bêkariyê ya sala 2021an aşkera kir. Li gorî van amaran li Tirkiyê rêjeya bêkariyê ji sedî 45 e. Bêkariya herî mezin jî li bajarên Kurdan e.
Li çayxaneya ber Mizgefta Mezin a Sûra Amedê ku cihê geşt û gûzariyê ye, qelebalixiyeke zêde heye. Lê yên rûdinên ne geştiyar in. Ew rûniştvanên Amedê ne û ji bêkariyê dema xwe li vê çayxaneyê derbas dikin.
Mihemed Resûl, Bêkar, dibêje, “Kar hebe em nayên vê derê. Kar tune ye.”
Naîf Akgun, Bêkar, dibêje, “Yên me fabrîqe tune ye, tiştekî tune ye. Her tişt li ser înşeatê ye. Ji ber ku mesref zêde dibe, îş çênabe.”
Yaşar Altun, Bêkar, dibêje, “Îş tune ye, em perîşan in. Welehî nan tune ye em bixwin.”
Sebahedîn Kaya, Bêkar, dibêje, “Niha îş û karekî hebûya ma ez ê li qehwê bûma. Vaye sê sal in ez naşixulim.”
Mirov dema berê xwe dide çayxaneyan, mirov rewşa bajêr a bêkariyê fêm dike. Zêdebûna xelkê ya di çayxaneyan de baş dide nîşan ku ev kes ji ber tunebûna derfetên kar wextê xwe li van çayxaneyan derbas dikin.
Muhsîn Sanay, Muxtarê Taxa Ziya Gokalp, dibêje, “Niha her roj bi qefleyan tên cem me. Dibêjin em birçî ne û tiştekî tune ye em bixwin. Heta niha tenê jin dihatin û alîkarî dixwestin. Niha mêr jî tên alîkariyê dixwazin. Ji ber ku tu cihekî ku biçinê tune ye.”
Li gorî amarên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê TUÎK'ê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 45 e. Bajarên ku herî zêde lê bêkarî heye jî Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Batman, Amed û Ruha ne. Baş e çima Kurd li welatê xwe nikarin kar peyda bikin?
Şah Îsmaîl Bedirxanoglu, Serokê Karsazên Başûrê Rojhilat (GUNSÎAD), dibêje, “Dema em berê xwe didin 20 bajarên ku li paş mane, em dibînin ku piraniya wan bajarên herêmê ne. Sedema vê ya yekemîn polîtîkayên xelet ên dewletê ne ku ji berê de vê polîtîkayê dimeşîne. Sedemeke din jî di demên dawiyê de rûdanên şer û pevçûnan in. Ji ber van sedeman aboriya herêmê li paş maye. Yanî ji bajarên din ên Tirkiyeyê paşdetir maye.”
Di navbera salên 2008 û 2013an de hikûmetê li Tirkiyê ji bo razemeniyê qanûnên teşwîqê derdixistin û li bajarên Kurdan ji bo danîna kargeh û karên cuda hêsankariyeke mezin dikir. Lê piştî 2013an ev polîtîka rawestiya.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin