Belê serok û rêberê min!
Dema we dest bi tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê kir. Dinya teng bû, di wê tengasiyê de dengê mezlûman, dengê azadîxwaz û serxwebûnxwazan, dengê we qîrîn û hawara we dernediket.Ya jî nedihiştin derkeve. Yên ev dikirin jî brayê(!) me yên komunîst û oldar bûn.
Komunist û oldarên dagirkeran ji bona tevgera we têk bibe, çiqas derew hebûn, pêşkêşî ewropiyan kirin da ku tevgerê weke tenha tevgereke olî rêdan û weke li dij xaçprestan e, bi ewropiyan dane zanîn. Ev jî bi alîkariiya dewleta xwe ya dagirker got û nivîsîn, loma tevger bê alîkarî ma. Komunist û oldarên dagirkeran bi derewên xwe tevgera azadiyê ji armanc û hedefa wê ya ji bona dewleteke kurdî bû, derxistin.
Lê baweriya gelek rêber û serokên me û ya we Şêx Şeîdê nemir, ew bû ku we bawer dikirin ku wê nebiyên we tola we ji dagirkeran hilîne. Wê dewleta xwe damezrîne.Lê nekirin…
Hezar mixabin îro piraniya nebiyên we, kurdiya xwe, adet û toreyên xwe, serok û rêberên xwe yên ji bona doza kurdistanê hatibûn darvekirinê ji bîr kirine.
Hin jî salê carekê we bi bîr tînin, lê wê ala we ya ji bona serxwebûna kurdistanê hilnegirtine û ew li erdê hiştine.
Bi vê yekê hêvî û baweriya we ya ku wê nebiyên we tola we hilanîna jî li erdê xistine. Niha Diyarbekira xopan, cihê serîhildana we û darvekirina te û rê hevalên we hema hema ji kurdawariyê dûr ketiye. Ji ber ku hema bêjin hemî nişteciyên wir ango nebiyên we êdî tirkî ji xwe re kirine zimanê sereke û zimanê xwe jî roj bi roj dikujin.
Lê dîsa jî çenek hêvî maye, ew hêvî jî ji başûrê kurdistanê, li perçên din belav dibe. Ew hêvî dide zanîn ku ne demek dirêj wê kurdistaneneke azad û serbixwe li rojhilata navîn serî hilde, ew serî hildan wê li tevaya cîhanê belav bibe.
Aha tam di wê demê de dibe ku nebiyên te ji nû de li xwe hay bibin, we bi bîr bînin û wasiyeta we têxin jiyanê.
Belê rêberê min, nemir Şêx Seîdê pîran, niha hûn di qebra xwe ya ku hê jî cihê wê ne diyar e, dinalin. Êş û têkçûna nebiyên xwe dibînin. Ew hêviyên we ji nebiyên xwe dikir, niha tune ne.
Lê bi serxwebûna başûrê kurdistanê wê perçê din jî bighêjin serxwebûna xwe. Niha hêvî tenê wir maye. Lê mixabin hin ji nebiyên te dixwazin wir jî weke bakurê Kurdistanê weke rojavayê kurdistanê têk bibin.
Gelek ji nebiyên te niha bûne parêzgerê sînorên dagirkeran, ji bona ew zerarê nebînin, birayê xwe dikujin, erda xwe bi dagirkerên xwe, we û me re parve dikin.
Dîsa jî rehet bin, ey serok û serokên nemir, roja azadî û serxwebûna Kurdistanê pir hindik maye. Ew deng ew ronahî ji başûrê kurdistanê bilnd dibe û xwe berra nava perçên din jî dide.
Rehet be, serokê min Şêx Seîdê Pîran, Ew hêvî û daxwaza te di demek nêzde li başûrê kurdistanê dê pêk bê. Bi zixt û halanên ji wir, wê nebiyên te yên li bakur jî şiyar bike, wan jî li xwe, li we vegerîne.
Rehet be ey serokê min, niha serxwebûna Kurdistanê hatiye ber derî, tenê maye ku derî bê vekirin. Lê xeman nexwe ey serokê min, di nêzîk de ew derî vedibe. Bi vekirina wî deriyê, bi deng û halênên ji wir wê nebiyên te yên li Diyarbekirê ji bêdengiya mirinê xelas bike.