Beledîyeya Bismilê ya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir
.
A+A-
Vê carê Beledîyeya Bismilê ya navçeya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir.
Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji roja destpêkê ve bo ku bala malbatên Kurd bikşîne ser dersa Kurdî ya bijarte xebatan dimeşîne.
PAKê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê hem bi belavkirina broşuran hem jî bi darve kirina pankartan , afîşên bîlbordan û zîyaretkirina sazîyên sivîl, ragihandinê û partîyan xwest balê bikşîne ser zimanê Kurdî.
Lê mixabin çend bajarên Bakûrê Kurdistanê yên wek, Mêrdîn û Batmanê bi awayekî keyfî xebatên PAKê ji aliyê sazîyên dewletê ve hatin astengkirin.
Herî dawî, Beledîyeya Bismilê ya navçeya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin