Bendava Nova Kakhovkayê hat topbarankirin; Zenga metirsiyê hat lêxistin

Bendava Nova Kakhovkayê hat topbarankirin; Zenga metirsiyê hat lêxistin

.

A+A-

Bendava Nova Kakhovkayê ya ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, li herêma Xersonyê ya Ukraynayê hat topbarankirin. Avahiyên li nêzî bendavê tên valakirin û hat ragihandin ku asta avê dê di nava 5 saetan de bigihêje asta krîtîk.

Li herêma Xersonê ya li başûrê Ukraynayê, bendava Nova Kakhovkayê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, hat topbarankirin û li herêmê lehî rabû.

Rayêdarên Rûsî di daxuyaniyê xwe de dibêjin “ziyanke mezin gihişte bendavê, lê hêj ti metirsî li Sentrala Nukleerî ya Zaporijyayê nîne.” Li aliyê din Hêzên Çekdar ên Ukraynayê jî dibêjin ku bendav ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye topbarankirin.

Şaredarê Nova Kakhovkayê jî ragihand ku bendav dane ber topan.

Dibe ku bandor li 80 warên niştecihbûnê bibe

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihandin ku bendav ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye topbarankirin û asta avê wê di nava 5 saetan de bigihêje asta krîtîk û ji ber hilweşandina bendavê dibe ku bandor li 80 warên niştecihbûnê bibe.

Zelensky biryara civîna lezgîn da

Berdevkê Fermandariya Operasyona Başûr a Artêşa Ukraynayê Vladislav Nazarov îdia kir ku artêşa Rûsyayê li herêma Xersonê li bendava Nova Kakhovkayê xistiye.

Vladislav Nazarov li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dibêje: “Leşkerên dagirker ên Rûsyayê, Bendava Kakhovkayê teqandin. Rêjeya wêranbûnê, lez û beziya avê, herêmên muhtemel ên lehiyê tên zelalkirin. Hemû xizmetguzarî tên pêşkeşkirin û rewş tê şopandin.”

Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Xersonê Aleksandr Prokudin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku kesên li rexê rastê yê çemê Dinyeper ku di bin metrisiya lehiyê de ye, dê bên valakirin.

Prokudin herwiha got: “Ji ber ku li aliyê çepê ya çem dagirkirî ye niha ne mimkûn e ku mirovên li wê derê bêne veguhestin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin