Berdevkê Asayişê: Me bi rêya navbeynkaran rewşa aloz bi dawî anî

Berdevkê Asayişê: Me bi rêya navbeynkaran rewşa aloz bi dawî anî

.

A+A-

Berdevkê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku bi rêya navbeynkaran alozî bi dawî hatin.

Berdevkê Asayişa Rojavayê Kurdistanê Elî Hisên derbarê aloziyên dawîn û rakirina dorpêça li ser hejmereke taxan li Heseke û Qamişlo ji Rûdawê re axivî.

Elî Hisên tekezî li ser wê yekê kir, ew alozî bi rêya navbeynkaran ku ku navê wan eşkere nekir, bi dawî hatin û “me rê da îro alîkarî û kelûpel derbasî navçeyên Hikûmeta Sûriyê bibin. Em dikarin bêjin, wek nîşandana niyeta xwe, bi rêya navbeynkaran me rewşa aloz bi dawî aniye.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê îro ragihand, ew dorpêça li ser taxên her du bajarên Heseke û Qamişlo yên ku di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê de ne, radikin û rê didin ku kelûpelên pêwîst û madeyên xwarinê derbasî wan taxan bibe.

Roja 31ê Çileya 2021 li bajarê Hesekê di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û milîsên hikûmeta Sûriyê yên bi navê Berevaniya Niştimanî de alozî derketibû.

Alozî piştî wê yekê derket, ku li Çargoşeya Emnî ya bajarê Hesekê ku di kontrola hikûmeta Sûriyê de ye û hemû saziyên hikûmetê lê ne, alîgirên hikûmetê dest bi xwepêşandanê kirin û xwestin ji çargoşeya emnî derkevin, lê asayişê rê li ber wan girt û ew dever ketibû bin dorpêça hêzên asayişa Rojava.

Rêveberiya Xweser jî radigihandibû, hêzên Hikûmeta Sûriyê herdu taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û navçeya Şehba li bakurê Helebê dorpêç kirine û nahêlin pêdawîstiyên jiyana rojane ya xelkê derbas bibin.

Li gor agahiyên Rûdawê Rûsya bûye navbeynkar û Hikûmeta Sûriyê jî soz da dorpêça li ser Şehba ku koçberên Efrînê lê dimînin û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bidawî bîne û rê bide kelûpel derbasî wan cihan bibin.

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Çargoşeya Ewlekariyê piranî dikeve navenda bajar û bajarokan û piraniya saziyên hikûmetê li wê derê ne. Li Qamişlo û Hesekê, Çargoşeya Ewlekariyê û hin tax hêj di kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin