Berdevkê ENKSê bersiva Mezlûm Ebdî dide: Em her dem ji diyalogê re amade ne

Berdevkê ENKSê bersiva Mezlûm Ebdî dide: Em her dem ji diyalogê re amade ne

.

A+A-

 Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li ser daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya egera destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de, ragihand, ew her dem ji diyalogê re amade ne, lê divê girtî bên berdan û êrîşên li ser ENKSê bên rawestandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro ragihandibû, “Niha daxwaza dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî tên kirin, pêkan e jî li dawiya meha Tebaxê ya bê, danûstandinên Kurdî - Kurdî ji nû ve dest pê bibin.”

Li ser vê daxuyaniya Mezlûm Ebdî, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Ji dema ku diyalog di dawiya 2020an de hatine rawestandin ve, me hertim daxwaza diyaloga Kurdî – Kurdî kiriye û me ji Amerîka û welatên Ewropî re jî gotiye ku em hertim jê re amade ne, lê aliyê din (PYNK) ne amade bû û ofîsên ENKSê dişewitandin û serkirde û endamên wê digirtin.”

Feysel Yûsif tekez kir: “Mijara diyaloga Kurdî – Kurdî, stûneke sereke ye û berjewendiya miletê me tê de heye û pê re ne, lê divê bingehek ji diyalogê re hebe û divê girtî bên berdan û êrîşên ku di ragihandinê de li ser ENKSê tên kirin, bên rawestandin. Dema ku em li hevdu rûnin, divê bawerî di navbera me de hebe.”

Amaje bi wê jî kir, “ENKS hêzeke siyasî ye û karên xwe bi awayekî aştiyane û demokratîk dike, ew ji bo berjewendiya miletê xwe hin tiştan derbas dike, lê her divê bingehek ji diyalogê re hebe.”

Berdevkê ENKSê diyar kir jî: “Ew belgeya ku ENKS û PYNKê li ser lihev kirine û aliyê Amerîkî û HSDê li ser îmze kiriye, di xaleke wê de hatiye ku xalên li ser lihevhatin hatiye kirin, pêwîst nake ku em careke din lê vegerin, wek Nêrîna Siyasî û lêvegera Kurdî ya Bilind. Em ê ji xala ku em gihîştinê ve, careke din dest bi diyalogê bikin.”

Feysel Yûsif tekezî li ser wê yekê jî kir, “Di vê rewşa niha ya ku gef li Rojavayê Kurdistanê hene de, pêwîstiyeke zêde bi yekhelwestiya kurdî heye.”

Got jî: “Di dema ku Mezlûm Ebdî behsa destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî di meha Tebaxa bê de dike, heta niha ti agahdariya me ji vê yekê tune ye, lê tevî wê jî em her tim ji diyalogê re amade ne.”

Diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de di Mijdara 2019an de dest pê kiribû û her du alî li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind û çend xalan lihev kiribûn, lê ev diyalog ji dawiya sala 2020an ve rawestiyane.

Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin