Berdevkê Kremlînê li ser hilbijartina Trump got: “Amerîka weke dewleteke dijmin wê bimîne”

Berdevkê Kremlînê li ser hilbijartina Trump got: “Amerîka weke dewleteke dijmin wê bimîne”

.

A+A-

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov derbarê hilbijartina Donald Trump de got: “Hilbijartina Amerîkayê mijareke navxweyî ye û tu planeke Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn nîne ku pîrozbahiyê li serokê nû yê Amerîkayê bike.”

Peskov got, “DYA ji bo Rûsyayê dewleteke dijmin e ku rasterast û nerasterast beşdarî şerê Ûkraynayê li dijî Moskowê dibe.”

Peskov anî zimên: “Kremlin bi baldarî daxuyaniyên li ser mijarên ku bandorê li Rûsyayê dikin dişopîne û analîz dike, daxuyaniyên girîng di dema kampanyayê de hatin dayîn, lê cewherê van daxuyaniyan carinan dikare biguherin dema ku mirov derbasî ofîsa oval bibe.”

Li ser pirsa li ser hewildana mihtemel a Trump ji bo bidawîkirina şerê Ûkraynayê jî, wî got ku ew ne qayîl e ku spekulasyonê bike.

Wî tekezî bi wê yekê kir ku “Rûsya dê li gorî gotin û kirinên taybet encaman derxîne.” 

Di heman demê de wî bal kişand ser wê yekê ku “Ew dikarin alîkariyê bikin ji bo bidawîkirina pevçûnê, lê ev yek di şevekê de nabe.”

Her wiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku “Putîn gelek caran gotiye ku ew ji diyalogê re amade ye û em ê bibînin ka ew rêça siyaseta xwe ya derve di meha çileya paşîn de dê çawa biguherînin.”

Di dawiyê de jî Peskov tekez kiriye ku Rûsya ne li pişt wan derewan e derbarê gefên bombekirinê yên ku di dema dengdana hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de derketine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin