Berdevkê PCSyê Ferîd Azad hat girtin

Berdevkê PCSyê Ferîd Azad hat girtin

.

A+A-

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad hat girtin.

Berdevkê PCSyê Ferîd Azad îro ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Ferîd Azad ku îro derket pêşberî dadgehê, biryara girtina wî hat dayîn.

Platforma Ciwanên Serbixwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê dê Ferîd Azad bibin girtîgeha Amedê.

Li gorî daxuyaniya Platforma Ciwanên Serbixwe parêzeran wan dê îtîraza vê biryarê bikin.

Platforma Ciwanên Serbixwe her wiha da zanîn ku sedema girtina wî bi giştî çalakiya wan a Newrozê û bilindkirina Alaya Kurdistanê tê nîşandan.

“Em dê destji vê dozê bernedin”

Di daxuyaniya Platforma Ciwanên Serbixwe her wiha hatiye gotin:

“Em dê destji vê dozê bernedin û bi van girtinan dê nekaribin çavên me bitirsînin û pêşî li xebatên me bigirin!”

Platforma Ciwanên Serbixwe îsalNewrozê li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi meşale û alayên Kurdistanê pîroz kiribû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin