Berdevkê PDK-Î: Me her wext xwest pirsgirêka Kurd li Îranê bi diyalogê de çareser bibe
.
Li ser yekbûna her dû partiyên Kurdistana Rojhilatê, Partiya Demokrata Kurdistan (HDK= Hîzbî Demokratî Kurdistan) û Partiya Demokrata Kurdistana Îran (HDK-Î= Hîzbî Demokratî Kurdistanî Îran) ku di bin navê HDK-Î (Hîzbî Demokratî Kurdistanî Îran) de bûn yek, berdevkê HDK-Î Xalid Ezîzî civîneka çapemeniyê lidar xist. Ezîzî ragihand ku Îran ji bo muzakereyan amade nîne û wan ti carê plan nekiriye ku êrîşê Îranê bikin.
Ezîzî yekbûna her dû partiyan, di dîroka xelkê Kurd ê Rojhilat de, weka belgeyekî dîrokî navand. Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya di derbarê hedefa ji niha û pê de ya partiyê de, Ezîzî weha got:
“Gelek normale ku partiyekî siyasî bi hukumeta nevendî re muzeakereyan bike. Me di rabirdûyê de vêya kir lê li gor me; Komara Îslamî niha ji bo muzakereyan weka têgihiştinî amade nîne. Îran heya niha li Kurdistana Rojhilat ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexwestiye xwediyê têgiştinekî be.
Eger Komara Îslamî ya Îranê car din xweşbîniyê nîşan bide û daxwaz bike, em ê daxwaza wan bi navenda xwe ya ‘hevkariya her dû partiyên’ xwe re niqaşa wê bikin. Lê tecrubeyên me yên bi êş û azar hene. Ew jî şehadeta serpereştê (lîder) me Abdurahman Qasemlo bû. Lê me her wext fikra çareseriya pirsa Kurd di rêya diyalogê de parast.
HDK-Î ti carê mudaxeleyê pirsgirêkên navbera terefên Başûrê Kurdistanê nekiriye, destê xwe nexistiye nav pirsgirêkên Iraqê, rêz li desthilata axa Iraqê û Herêma Kurdistanê girtiye û ti carî plan nekiriye ku ji Herêma Kurdistanê êrîşê Îranê bike.
Di qada navdewletî de pirsgirêka Îranê ne tenê mijara nukleeriye, eger piragirêka bingehîn ya weka mesela Kurd çarser nebe, wê li Îranê aramî û îstîqrar çênebe û wê Îran ji bo terefên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, nebe ciyekî baweriyê.
Partiya Demokrat daîma bi partiyên Îranî re ji bo muzakereyan amade ye. Ji ber pêdiviya me bi alternatîva li hemberê rejîma Komara Îslamî heye, wê ev di pêşde bibe wezîfeyekî bingehîn ya HDK-Î yê. Têkoşîna me ya bingehîn têkoşîna xelkê ye. Bi mîlyonan mirov li Kurdistana Rojhilatê li hemberê rejîma Îranê partiyê damezrandiye û destek kiriye. Pêşmerge têkoşîna parastina xwe bi xwe dide.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin