Berdevkê Pentagonê: Em naxwazin bi Îranê re şer bikin
.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder ji Rûdawê re ragihand, ew naxwazin bi Îranê şer bikin lê eger gefên li ser hêzên wan berdewam bin, we amade ne bersivê bidin.
Komên ser bi Îranê ve ku duh bi dronekê êrîşî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û di encamê de karmendekî Amerîkî kuştin û 6 personel jî birîndar kirin vê carê jî baregeha Amerîkayê ya li Dêre Zorê kirine armanc.
Di civîna çapemeniyê ya rojane de, Berdevkê Pentagonê Ryder ragihand ku di derdora demjimêr 08:05an de, bi 10 mûşekan êrîşî baregeha bi navê "Gundê Kesk" a li herêma Elbûkemal a Amerîkayê ya li Dêre Zorê hatiye kirin.
Ryder diyar kir ku di êrîşê de ziyanên canî çênebûne, her wiha di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku mûşek li maleke li nêzî baregehê ketiye û 2 jin û 2 zarok bi sivikî birîndar bûne.
Ryder da zanîn ku grûpa ku her du êrîş pêk anîne yek in.
"Em naxwazin bi Îranê re şer bikin"
Berdevkê Pentagon Patrick Ryder ji peyamnêrê Rûdawê re got, “Em naxwazin bi Îranê re şer bikin.”
Ryder da zanîn ku grûpên nêzîkî Îranê, ne tenê li Sûriyê li Tengava Hurmuzê, Kendavê û Iraqê jî nearamiyê çê dikin û got, “Armanca kiryarên grûpên nêzîkî Îranê hinardekirina nearamî û terorê ye.”
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku armanca li Sûriyê têkbirina bi temamî ya DAIŞê ye.
Ryder anî ziman, “Eger gef li hêzên me bên xwarin, em amade ne bi hêzeke heman awayî bersivê bidin.”
Piştî êrîşa li ser baregeha Hesekê, Amerîka bi êrîşên esmanî li du navendên Sûriyê yên girêdayî Pasdarên Îranê xist.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin