
Berê Kurdistana Sûriyê: Em ji lihevkirina HSD, MSD û Rêveberiya Xweser bi fikar in
.
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniyek li ser lihevkirina HSD, MSD û Rêveberiya Xweser da û got, “Berê Kurdistana Sûriyê ji ber lihevkirina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) û rêveberiya PYD bi fikar e û dibîne, ku ew ji mafên netewî yên gelê kurd hatine xwar.”
Daxuyaniya Berê Kurdistana Sûriyê wiha ye:
“Berê Kurdistana Sûriyê ji ber lihevkirina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) û rêveberiya PYD bi fikar e û dibîne, ku ew ji mafên netewî yên gelê kurd hatine xwar. Beriya niha jî me weke Berê Kurdistana Sûriyê rexne li konferansa MSD ya li Brukselê di Oktobra 2024an de lidar xistibû, kiribû, ku bi temamî doza kurd piştguh kiribû. Îro jî heman tişt piştrast dike ku ew ji ber daxwazên bingehîn ên gelê kurd têne xwar, tenê ji bo lihevkirinên ku dikevin berjewendiyên ne kurd.
Dihate xwestin berî her rêkeftinekê bi aliyeke din re, pêşî lihevkirineke kurdî-kurdî di derbarê daxwazên gelê Kurd de çêbiba, pişt re bi pêkhateyên din ên Kurdistana Sûriyê û bi hukimeta demkî re li Şamê lihevkirin hatiba kirin. Tiştê bûye tekez dike, ku ti carî gotûbêja kurdî-kurdî ne xwestekeke cidî bû ji wan aliyan re, çi MSD, çi HSD û çi jî ENKS, ji ber her aliyek bi tena serê xwe û bê hevkarî bi aliyên kurd ên din re dixebite.
Êdî ti wateya hebûna lihevkirineke kurdî-kurdî di pêşerojê de namîne, heya çêkirina şandeke hevbeş ji bo danûstandinên hundir û derve.
Helwesteke me ya neguhêr di derbarê lixwegirtina pirensîpên bingehîn ji bo çareseriya siyasî ya pêşerojê heye, ew jî ev xal in:
1- Sîstema federalî weke bingeha hukmê li Sûriyê, ku desthilat û dahatên welêt dadperwerane bêne belavkirin.
2- Çespandina hebûna Herêma Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî, herwiha jinûve çêkirina nexşeya wê ya rêveberî li gorî rewşa demografî.
3- Danpêdana destûrî bi gelê kurd wek neteweke sereke li Sûriyê li rex netewa erebî, herwiha danpêdana bi kurdî weke zimanê fermî li rex erebî li tevahiya Sûriyê.
4- Nehiştina siyasetên erebkirinê, rakirina encamên kembera erebî û tevahiya yasayên awarte û wergerandina mafên xelkê derbider.
5- Vegerandina regeznameyê ji kurdên jê bêpar bûne re û çareserkirina pirsa kesên bê qeyd. Em bang li tevahiya hêzên niştimanî yên kurd dikin helwesteke yekgirtî ji bo mafên me yên netewî bigirin, ku ti alî jê neyê xwar. Herwiha em dibêjin her rêkeftinek behsa misogerkirina mafên kurdan di destûra Sûriyê de neke, destberdana ji pirensîpên bingehîn e ji bo berjewendiyên kesayetî û partîtî yên teng.
Berê Kurdistana Sûriyê
18.02.2024”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin