
Berê Kurdistana Sûriyê: Hikûmeta li Şamê hatiye ragihandin ne berhema lihevkirineke niştimanî ye
.
Berê Kurdistana Sûriyê ragihand, hikûmeta ku duh Ehmed Şera ragihandiye, ne berhema lihevkirineke niştimanî ye û nûnertiya pêkhateyên Sûriyê nake. Herwiha got: “Sîstema federalî li Sûriyê, îro baştirîn formule ye ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike û mafê her kesî biparêze.”
Berê Kurdistana Sûriyê îro 30î Adara 2025an daxuyaniyek derbarê ragihandina hikûmeta Sûriyeyê ji aliyê Ehmed Şera ve belav kir û tê de got: “Hêviya gelê Sûriyê piştî rûxandina rêjîmê ew bû ku ev qonax bibe destpêka bidawîhatina stemkariyê û avakirina dewleteke demokratîk a piralî, lê tiştê ku di meha Çile de rû daye, ji damezrandina hikûmeta demkî, paşê pêvajoya ku jê re diyaloga niştimanî hat gotin û herî dawî jî hikûmeta veguhêz, tekez dike ku rêveberiya niha li şûna ku hevkariyek rasteqîn a niştimanî pêk bîne, ber bi zulmek nû a bi perdeyek îslamî ve diçe.”
Diyar kir jî: “Ev hikûmeta ku hatiye ragihandin, ne di encama lihevkirineke niştimanî de pêk hatiye û nûnertiya rast a cihêrengiya neteweyî ya li welat heye, nîşan nade. Heta ku nûnerên pêkhateyên Sûriyê û di nav de kurd jî di nav de nebin, ev hikûmet nikare ti rewabûnê bidest bixe. Tayînkirina kesayetan di vê hikûmetê de, nayê wateya ku nûnertiya pêkhateyan dike, ji ber ku ti kes nikare îradeya gelan diyar bike, bêyî ku berhema proseya şêwra demokratîk a rasteqîne be.”
Da zanîn jî: “Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike ku her hikûmeteke veguhêz a rasteqîne, divê ji encama diyalogeke niştimanî ya berfereh, dabînkirina nûneratiya dadperwer ya hemû pêkhateyan û avakirina qonaxeke nû li ser bingeha pirensîpên demokrasî, piralî û hevkariyeke bi bandor be.”
Berê Kurdistana Sûriyê dibêje: “Em careke din tekez dikin ku paşeroja Sûriyê nikare li ser rêbaza dûrxistin û piştguhkirinê were avakirin, belkû bi diyalogeke niştimanî ku bingehên dadmendî û wekheviyê ava dike û mafên hemû Sûriyan bê cudahî misoger dike. Ji ber vê yekê, em weke her carê tekez dikin ku sîstema federalî li Sûriyê, îro baştirîn formule ye ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike û mafê her kesî biparêze.”
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin