Bereya Kurdistanî: Ragihandina Seroktiya Ehmed Şera neqanûnî û nedestûrî ye
.
Bereya Kurdistanî yê Sûriyeyê îro Pêncşemê 30yê Çile li ser ragihandina wek Serokê Sûriyê bo rêberê HTŞê Ehmed Şera di qonaxa veguhêz de daxuyanî da û ragihand, “neqanûnî û nedestûrî” ye.
Bereya Kurdistanî ya Sûriyeyê da xuyakirin, “Amadebûna komên çekdar di wê merasîmê de, ji wan jî Sultan Silêman Şah, Firqeya Hemzatê, û Ehrar Şerqiye ku tawanên dijî mirovatiyê li beramberî gelê Kurd li wan deveran kirine ên ku kontrol kirine, nîgeraniyên me zêdetir dike ku, ya ku qewimiye pêngavek nebû ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû, belkî wekî civîneke civata serbazî û danana Ehmed Şera wekî desthilatdarekî leşkerî bû.”
Bereya Kurdistanî ya Sûriyeyê got: “Dê guncavtir ba ku konferansa giştî ya diyaloga niştîmanî ya Sûriyeyê dest pê kiriba û paşê civateke desthilatdariyê ya veguhêz a giştgir hatiba pêkanîn, piştî wê civatê serokekê demkî hilbijartiba, heta wê dema ku hilbijartinên demokratîk li seranserê welat bi rê ve diçin.”
Hate eşkerekirin, “Ev biryara pêşwext nîgeraniyên me zêdetir dike ku, Sûriye vegere desthilata leşkerî. Ev jî dibe sedem ku Sûriye ji stemkariyekê bo stemkariyeke din bê veguhastin.”
Li ser piştguhxistina pêkhateyan jî hate gotin, “Ew karên desthilata Şera heta niha kirine diselimînin ku pêkhate ji wê hikûmeta li vê dawiyê hatiye pêkanîn hatine dûrxistin û piştguhxistin, ku tenê di Desteya Tehrîr Şamê de sinordar bûye. Heta mijara konferansa diyaloga niştîmanî jî ku nûnerên pêkhateyên rastîn jê hatiye derxistin amajeyên metirsîdar in ji bo qonaxa bê.”
Bereya Kurdistanî ya Sûriyeyê bi bîr xist, “Bi nerîna me divê her proseyeke veguhastina siyasî li Sûriyeyê tevalî û bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî be, li ser bingeha rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û bi awayekî ku bicihanîna dadperwerî û demokrasiyê misoger bike.”
Bereya Kurdistanî ya Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê de, daxwaz ji Civaka Navdewletî û aliyên peywendîdar kir ku, guvaşê bixin ser desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ji bo ku mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeya nû bên misogerkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin