Beriya hevdîtina Putîn-Erdoganî ji Rûsyayê daxuyaniya Îdlibê
Îro berî ku Serokomarê Tirkiye Recep Tayyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bicivin, ji Rûsyayê li ser rewşa Îdlibê daxuyaniyek hat.
A+A-
Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser desthilatiya El Nûsrayê ya li Îdlibê hişyariyek da.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê got "Li herêma bêçek a li Îdlibê rewş bi lezûbez xirabtir dibe. Îdlib, hema bêje bi tevahî ketiye bin kontrola Nusrayê."
Zaharovayê herwiha diyar kir provakasyonên ku berdewam dibin, gefê dixwin bo sivîlan, leşkerên Sûriyê û Baregeha Asîmanî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin