Beriya Lûtkeya G-7ê alozî derketin
Beriya sazkirina Lûtkeya G-7ê ya ku ew dê li bajarê Biarritzê ya Fransayê birêve biçe di protestoyên li Urrugneyê de 17 kes hatin desteserkirin, 4 polîs birîndar bûn.
Beriya sazkirina Lûtkeya G-7ê ya ku ew dê li bajarê Biarritzê ya Fransayê birêve biçe di protestoyên li Urrugneyê de 17 kes hatin desteserkirin, 4 polîs birîndar bûn.
Li gor medyaya Fransayê, çalakvananên li dijî Lûtkeya G-7ê li Urrugneya ku 20 kîlomêtre li dûrî ciyê lûtkeyê ye, rê girtin û polîsan bi xaza rondikrêj midaxele kir û piştre jî bûyer derketin.
Di bûyeran de 17 kes hatin hatin desteserkirin, 4 polîs birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên li dijî lûtkeyê derdikevin ew dê li derûdora Biarritzê gelek çalakiyan li dar bixin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îsal serperiştiya Lutkeyê dike û biryar e îro êvarê ji bo serokên welatên G-7ê xwarinê bide û Lûtkeya G-7ê dê dest pê bike.
Di lûtkeyê de serokên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya, Japonya û Kanadayê dê werin ba hev û mijara lûtkeyê jî têkoşîna dijî newekheviyê ye.
Mijarên Lûtkeya G7ê ev in:
Guhertina seqa û germbûna erdê
Derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê
Peywendiyên Bazirganî yên Amerîka û Çînê
Îran û rêkeftina etomî
Sûriye û gefên tundrewan û metirsiya li ser asayîşa cîhanê
Wekheviya civakî û dadperweriya cîhanî
Ji bo lûtkeyê tedbîrên ewlehiyê hatin hildan. Bi taybetî ji ber egera êrîşan 13 hezar û 200 polîs û 450 karmendên agirkujiyê dê li ser kar bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin