Bernameya 21emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê diyar bû

Bernameya 21emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê diyar bû

.

A+A-

Bernameya 21emîn a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku tê plankirin îsal di navbera 3-6ê Tebaxê da li Dêrsimê bê lidarxistin, hat eşkerekirin.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji bo mîhrîcanê da dibêje,

“Ji bo mîhrîcanê me hemû serlêdanên xwe kirine. Her çiqas me tu bersivek negirt jî lê em difikirin ku mîhrîcan dê were lidarxistin. Bila mîhrîcan ji xelkê Dêrsimê û dostên Dêrsimê ra pîroz be.” 

Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu

Bernameya mîhrîcana ku dê 4 rojan bidome wiha ye; 

3yê Tebaxê 

* Mîhrîcan bi axaftina Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu û Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû dê dest pê bike. (13.00)

* Li Kolana Hunerê bi ser navê “Elewitî û Dewlet”dê panelek bê lidarxistin. (14.00)

* Bi navê “Ji bûyerên xwezayî ber bi kerasetê ve: Erdhej!” panelek bê lidarxistin. (17.30)

* Li Sûka Binerdê dê pêşangeha wêneyan bê vekirin. (19.00)

* Li Qada Seyîd Rizayî lîstîka Varvara-Simsime bê lîstin (19.00)

* Erdal Erzîncan, Grûp Yorûm, Metîn-Kemal Kahraman, Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Mengene, Hakely feat. Ensenble Cubafonica (Koma Muzîkê ya Kubayê) dê konseran bidin. (19.00)

* Li Sûka Binerdê wê belgefîlma “Domane 38” bê nîşandan. (21.00-22.00)

4ê Têbaxê 

* Li Kolana Hunerê bi navê “Pêşketinên Siyasî û Rojevî” panel bê lidarxistin.(13.00)

* Li Kolana Hunerê “Ber be ber kilamê Kirmanciye” guhdariya muzîkê bê kirin (17.00)

* Li Qada Seyît Riza lîstîka “Karmend” a Koma Şanoyê ya Şaredariya Dêrsimê dê bê lîstin. (18.45)

* Konsera Koma Îsyan Ateşî û Pinar Aydinlar dê bê lidarxistin (19.30)

* Kurtefîlma derhêner Ugur Yeşil a bi navê “Xo Vira Meke” û belgefîlma derhêner-rojnameger Hüseyin Yaşar Sezgin a bi navê “Dest nede Dêrsimê” dê bê nîşandan. (20.00-21.30)

5ê Têbaxê  

* Li Pulurê dê serdana Qada Madenê ya Cevîzlîderê bê kirin. (11.00)

* Bi sernavê “Geşedanên siyasî, azadiya çapemenî û medyayê” dê panelek bê lidarxistin. (17.30)

* Li Qada Seyîd Riza pêşandana şanoyê (17.00- 19.00)

* Li Qada Seyît Riza ji aliyê Grup Vardiya û hunermendên herêmî vê dê konserekê bê dayîn. (19.30)

* Dê li Sûka Binerdê fîlma “Zonê Ma Koti yo” bê nîşandan. (21.30-22.30)

6ê Têbaxê

* Panela bi serenavê “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê” wê li Kolana Hunerê pêk were. (13.00)

* Jin dê li Kolana Hunerê bi mîkrofona serbest biaxivin. (15.30)

* Li Parka Mamekî wê Lîstika Zarokan bê lîstin. (19.00)

* Hasan Ali, Pervin Çakar, Yilmaz Çelik, Grup Munzur, Zeynep Bakşî û Apolas Lermî dê li Qada Seyît Riza konserekê bidin. (19.30)

Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê dê li navçeyan jî panel û hin aktîvîte bên lidarxistin û konser bên dayîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin