
Berpirsê berê yê PKKê Seyda Yûsif Muslim: Ji bo PKKê jî aşkera bû ku Serok Barzani dikare pirsgirêka Kurd çareser bike
.
Berpirsekî berê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku berpirsiyarê navenda darayî ya wê partiyê bû, behsa rewşa niha ya li Kurdistan û herêmê dike û destnîşan dike ku rola Serok Barzani li herêmê mezin û eşkere ye.
Seyda Yûsif Muslim, ku yek ji berpirsê berê yê navenda darayî ya PKKê li Qendîlê bû, ji BasNewsê re got: "Şanda DEM Partiyê ya Îmrali berê serdana Serok Mesûd Barzanî kiribû û peyama Ocalan gihandibû wî. Şandina peyamê ji aliyê Ocalan ve bo Serok Barzanîtê wê wateyê ji bo Ocalan jî aşkera bûye ku pirsgirêka Kurd li her çar beşên Kurdistanê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyê re, bi pêvajoyek aştiyê dikare bê çareser kirin û rola serekî ya ji bo serkeftina proseyê jî divê Serok Barzanî têde bibîne."
Herwaha got: "Ev peyam rasterast ji aliyê Ocalan ve hatiye dayîn, ku ev yek îspat kir ku Serok Barzanî li gorî nêrîna Ocalan jî merciya gelê Kurd e, ji aliyekî din ve ji bo hemû Kurdan û ji bo Ocalan û PKKê jî aşkera bûye ku ezmûna serkeftî ya Başûrê Kurdistanê, ku zêdetirî 34 salan di bin serokatî û hewldanên berdewam ên Serok Barzanî de pêşketiye, her wiha Herêma Kurdistanê di gavên dîplomatîk û siyasî de bi cîhana derve re, bi taybetî jî bi Tirkiyê re, pêşketin bidestxistine, ku ew jî dê bandorek rasterast li ser pêvajoya aştiyê bike."
Seyda Yûsif ragehand: "Her çend Ocalan û PKK 40 sal in bê sedem li dijî rêbaza PDK û Barzanî ne jî, peyama Ocalan dibe ku tansiyonê sivik bike ji ber ku Ocalan û PKK ji ber kiryarên xwe yên li dijî PDK û Başûrê Kurdistanê poşman in, ku ev yek ji ber ramana aqilmend a PDK û karîzmaya Serok Barzanî ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de li her çar perçeyên Kurdistanê ye. Eşkere ye ku bêyî Serok Barzanî, tu hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi ser nakeve û dê dijwar be. Ev yek cîhê hêvî, kêfxweşî û geşbîniyê ye."
Derbarê wê yekê de ka gelo PKK dê pêbendî peyama Ocalan a li ser çekberdanê bibe yan na? de jî Seyda Yûsif diyar kir: "Bê guman, PKK û rêber û şervanên wê dê di pratîkê de pêbendî peyama Ocalan bibin, ji ber ku ji bo Ocalan û PKKê, piştî zêdetirî 40 salan, eşkere bûye ku dema şerê çekdarî nemaye û naha dema diyalog û aştiyê ye. Nabe tenê vebijêrka kurdan tenê çek be li navçeyê. Hevsengiya hêz û çekan di navbera şervanên PKKê û artêşa Tirkiyê de pir cûda ye. PKK bi awayekî pir teqlîdî û lewaz li hember hêz û çekên hemdemî û teknolijiya pêşketî ya leşkerî ya Tirkiyê nikare ti tiştekî bike, ji bo wê jî ew proseya aştiyê aliyekî wê yê baş jî ew e rizgarbûna çekdarên PKKê ya li şer e.’’
Herwaha got: "Pêvajoya aştiyê hin şert an hin destpêşxeriyên girîng tê de hene. Yek ji wan ew e ku mafên gelê Kurd li Tirkiyê werin naskirin, ku pêvajoyê gengaz dike. Dibe ku aştî sar be, lê tiştê ku Erdogan pêbend kiriye têkiliya xurt, bibandor û serketî ya bi Serok Barzani re wekî merciya gelê Kurd e. Têkiliya wî bi Erdogan re heye û rêzgirtina serok li Tirkiyê pir zêde ye û nayê înkarkirin. Di vê qonaxê de, Erdogan naxwaze Serok Barzani li ser vê yekê xemgîn bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd zexta navneteweyî jî li ser Erdogan heye."
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin