Berpirsê DAIŞê yê Sûriyê li Efrînê hat kuştin

Berpirsê DAIŞê yê Sûriyê li Efrînê hat kuştin

.

A+A-

Berpirsê yekem ê DAIŞê li Sûriyê, li gundekî nahiya Cindirêsê li Efrînê ji aliyê Amerîka ve hate kuştin.

Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand, serkirdeyê DAIŞê Mahir El-Eqal ku yek ji 4 serkirdeyên mezin ên DAIŞê bû li Sûriyê, di êrîşa droneke Amerîka de hate kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniya Amerîka Mahir El-Eqal dema ku li gundewarê Cindirêsê li matorekî siwar bibû, hatiye bombebarankirin û kuştin û yek ji alîkarên wî bi giranî birîndar bû.

Rêxistina Kum Sipiyan ku rêxistineke sivîl a opozîsyona Sûriyê ye got, kesê birîndar jî canê xwe ji dest daye û wan ew rakirine nexweşxaneya Efrînê.

Mahir El-Eqal serkirdeyê bilind DAIŞê ku xwe weke Ehmed El Sîîh dabû nasandin û di nava çekdarên Ceyş El Şerqiye de li Efrînê kar dikir û sala 2020 çûbû Efrînê, îro 12 meha 7, serê sibehê li gundê Xaltan ê Cindirêsê li Herêma Efrînê hat kuştin.

Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî jî, 26 Cotmeha 2019an di encama operseyoneke taybet a Amerîka de li Gundê Barîşa li IdIibê li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin. Roja 27 Cotmehê serokê wê demê yê Amerîka Donald Trump kuştina Ebû Bekir Bexdadî ragihand.

Piştî kuştina Bexdadî, DAIŞê Ebu Îbrahîm El-Qureşî kir xelîfeyê xwe.

Roja 3 Sibata îsal, Serokê Amerîka Joe Biden kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebu Îbrahîm El-Qureşî li nêzîkî gundê Etmê yê Idlibê ragihand.

Gundê Etmê, ser bi bajarê Harim yê Idlibê ve ye, di bin kontrola çekdarên Cebhet El Nusre de ye. Amerîka bi operasyonekê ezmanî ew xelîfeyê DAIŞê jî kuştibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin