Berpirsê Peywendiyên PDKÎyê: Serhildana giştî seranserî Îranê girtiye ber xwe
.
Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, “Serhildan li zêdetirî 120 bajarên Îranê dest pê kirine û li piraniya zankoyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî berdewam in. Li hember vê yekê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ji bo rêgirtina li serhildanê ji hêzên xwe bi hezaran kes li bajaran belav kiriye.”
Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mihemed Salih Qadirî roja Înê 28ê Cotmeha 2022an bû mêvanê bultena nûçeyan a Rûdawê ya demjimêr 15:00an ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin.
Mihemed Salih Qadirî li ser xwepêşandanên ku ev ji mehekê zêdetir e li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in got, “Ji ber serhildana ku dest pê kiriye li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê rewşeke awarte heye. Ji bilî kesên ku şehîd bûne, hejmareke zêde ya birîndaran jî heye û ji bo ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve neyên girtin, nabin nexweşxaneyan. Li mal, gund û bajaran bi dizî têne dermankirin û hinek jî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ne heta ku bên girtin.”
Mihemed Salih Qadirî her wiha anî ziman, “Ji ber xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, Komara Îslamî ji hêzên xwe bi hezaran kes li bajaran belav kiriye da ku rê li ber serhildanê bigire yan jî dema ku serhildan çêbibe, xelkê bigirin yan jî bi çekan êrîşî welatiyan bikin.”
Mihemed Salih Qadirî destnîşan kir, “Serhildana giştî” li seranserê Îranê belav bûye û got, “Serhildanê zêdetirî 120 bajarên Îranê daye ber xwe, li piraniya zankoyên Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê li Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê û her carê li cihekî xelk têne ser cadeyan ji bo ku heta derenngiyên şevê xwepêşandanê bikin. Wek ku em dibînin, çirûska vê serhildanê seranserî Îranê belav bûye û bûye serhildaneke giştî.”
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin