
Berpirsên Herêma Kurdistanê û NY li ser çawaniya nehîştina gendeliyê civiyan
.
A+A-
Berpirsên hikûmeta Kurdistanê û şandeka NY li ser çawaniya nehîştina gendeliyê civiyan.
Serokê desteya destpakî ya Herêma Kurdistanê, Ehmed Enwer ragihand, îro li Hewlêrê şandeka dezgeha nehîştina gendeliyan ya NY (UNDP) û bi beşdarbûna şanda desteya destpakiyê, wezîrê dad yê Kurdistanê û şanda encumena dadwerî ya Kurdistanê civiyan.
Ehmed Enwer da zanîn, di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku çawa gendelî nemîne û mekanîzek bo wê yekê were danîn.
Serokê desteya destpakiyê anî ziman, niha li Herêma Kurdistanê dest bi çaksaziyê hatiye kirin lê hîn jî gendelî heye û metirsîdar e jî, ji ber wê jî divê xebatek cidî were kirin.
Ehmed Enwer da xuyakirin, dê sibê amarên desteya destpakiyê li ser gendeliyê belav bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin