Bertekên Yekîtiya Ewropayê li hember şewitandina Qur'anê: Provokasyonek vekirî ye
.
Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya derbarê şewitandina Qurana Pîroz û xwepêşandanên piştî wê yên li Swêdê de, kiryarên bi vî rengî yên li dijî pirtûkên pîroz bêhurmetî û provokasyoneke eşkere ye û diyar kir, ew ê piştgiriya azadiya ol û baweriyan û azadiya derbirînê jî bidomînin.
Ji Ofîsa Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell derbarê şewitandina Qurana Pîroz a di bin parastina polîsan de li ber mizgefta Stockholmê ji aliyê Salwan Momika yê bi eslê xwe Iraqî ve di 28ê Hezîranê de û bûyerên piştî wê, daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, geşedanên li Bexdayê ku çalakî lê hat protestokirin bi baldarî hatin şopandin û banga hestiyariyê hat kirin, êrîşên li dijî avahiyên dîplomatîk hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, YE jî beşdarî nerazîbûna tund a Wezareta Karên Derve ya Swêdê ya li hember şewitandina Qur’anê bûye û wiha hat gotin:
"Ev kiryar bi tu awayî nêrînên YEyê nîşan nade. Şewitandina Qur'ana Pîroz an pirtûkên pîroz êrîşkar, bêhurmetî û eşkere provokatîf e. Cihê nijadperestî, biyanperestî û bêtehamuliya bi vê re li Ewropayê nîne." Mixabin ku di Cejna Qurbanê de, ku cejneke girîng a Misilmanan e, çalakiyek pêk hat. YE piştgirî dide azadiya ol û bawerî, herwiha azadiya derbirînê, li derve û li hundur. Niha dem hatiye ku em bi hev re ji bo hev rawestin, bi têgihiştin û rêzgirtin û ji bo pêşîgirtina li zêdebûna aloziyan."
Piştî xwepêşandana Stockholmê, li Iraqê bi sedan kes li dijî Swêdê xwepêşandan kirin. Piştî banga Rêberê Şîe Muqteda Sadr, komeke do Pêncşemê girtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û çûn banê avahiyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin