Berû Zimankî Yekbûyî ve: Ziman Bûneyekî Zindî ye, Guhêrbar e
.
Deham Ebdilfettah
Berû Zimankî Yekbûyî ve (11)
Ziman Bûneyekî Zindî ye, Guhêrbar e
Em dizanin ku ziman berkêşaneke civakî ye. Her zimanek di jîngeha civaka xwe de ferhenga xwe ava dike. Bi vê nêrînê em tekez dikin ku hemû alozî û arîşeyên zimanê me ji rewşa civaka me pêk hatine.
Rejeya jimara Kurdên Kurmanc ji jimara tevaya Kurdan nêzî 2/3yê ye. Ev jimar jî li her çar parçeyên Kurdistan û kurdnişînan belav bûye . Vê rewşa civaka kurmancî ya parçekirî bandoreke nerînî li zimanê me û gorankariyên wî kiriye . Dema ku diyardeyeke guherînê di mijarekê de peyda dibû ew diyarde di çarçova sînorên herêma xwe ya dorpêçkirî de dima . Bi vê yekê ew mijara gorankariyê dibû cihê gotebêj û gengeşe, carnan dibû cihê nakokîyê jî, mînak:
Ev her dû cînav (ev, ew) di raweya tewangê de, li herêma Bahdînan û hawîrdora wê bi reseniya xwe (bê guherîn) dikevin raweya tewangê, wek:
- Ez evî, evê, evan dinasim
- Ez ewî, ewê, ewan dinasim
Lê li rojava û bakûrê Kurdistanê van mînakan bi vî şêweyî dixebitînin:
- Ez vî, vê, van dinasim
- Ez wî, wê wan dinasim
Pirraniya şêweyên gorankariya zimanê me bi sivikbûn bêje û kurtebêjeyan pêk tên. Sivikbûn di kurmancî de gihiştiye van bêjeyan.
- Karan
- Navan
- Cînavan
- Daçekan
(1)
Sivikbûna Karan
Di kurmancî de kar bi sê şêweyan sivik dibin:
- Avêtina tîpan
- Hevguherîna tîpan
- Pevxistina bêjeyan
- 1-Bi avêtina tîpekê ji tîpên bêjeyan, wek:
(firoştin = firo...tin = firotin)
Ew tîpa avêtî jî di raweya dema nuha de diyar dibe, wek
Karê sivikbûyî Dema nuha Karayên
Firotin difroşe firoştin
Avêtin diavêje avêjtin
Mêtin dimêje mijtin
Kojtin dikoje kojtin
Ketin dikeve kevtin (keftin)
Hw....
Hindek kar di şêwzarê zazakî û yê soranî de bi reseniya xwe ya xwezyî tên xebitandin, wek: (çûndin, birdin, kirdin, mirdin...).
Ev kar di kurmancî de bi avêtina tîpa (d) sivik bûne, wek: ( çûn, birin, kirin, mirin...)
- 2-Bi hevguherîna tîpan
Bi mebesta sivikbûna bilêvkirina hindek peyvan di zimanê me de hin ji tîpên wan ên resen bi hinin dîtir hatine guherîn. Tîpên resenên guhertî di raweya dema nuha de vedigerin cihên xwe . Anku xuya dibin:
- - Guherîna tîpa (z) bi (s)yê:
Karên sivikbûyî Dema nuha kKarên resen
Bihîstin dibihîze bihîztin
Lîstin (leystin) dilîze lîztin
Mîstin dimîze mîztin
Guhestin diguhêze guheztin
Xwestin dixwaze xwaztin
Parastin diparêze paraztin
Hw...
- - Guherîna tîpa (j) bi (ş) yê:
Karên sivikbûyî Dema nuha Karên resen
Kuştin dikuje kujtin
Biraştin dibirêje birajtin
Rahiştin radihêjê rahijtin
Dahiştin dadihêjê dahijtin
Kevaştin dikevêje kevajtin
Vekuştin vedikuje vekujtin
Gihaştin digihêje gihajtin
Hw...
3.2 - Guherîna tîpa (v) bi (f) yê:
Karên sivikbûyî Dema nuha Karên resen
Axaftin diaxive axavtin
Bişaftin dibişêve bişavtin
Hingaftin dihingeve hingavtin
Bişkaftin dibişkive bişkavtin
Hilgaftin hildigêve hilgavtin
Hw…
Ev mijara hevguherîna tîpan mijareke denganî ye, bi jêderên tîpan û rewşa dengên wan ve girêdayî ye . Di mînakên çûyî de tîpa (t) tîpeke sert e û di heman mînakan de jî tîpên ( z, j, v) tîpine nerim in . Di dengesaziyê de tîpa sert û ya nerim ku li pey hev bên dengên wan hev naguncin . Bo vê egerê jî ew tîpên nerim bi hinin ji xwe serttir tên guhertin, ew jî ev in (s, ş, f) , wekî ku di latikên mînakan de diyar e .
- 3-Pevxistin:
Bêguman, mebest ji her sivikkirinê xweşkırina xwendinê ye, rewanbêjiya derbirînê ye . Ji bo vê mebesta nirxdar sivikbûna zimên erkekî sereke ye bo pêşketina zimên, lê bi mercê ku ew sivikbûn ziyanê nede watedariya bêjeyên sivikbûyî.
Di çarçova vê têgehê de kurtkirin û pevxistina hin peyvan jî dikeve ber sivikbûnê .
Di mînakên çûyî de em li ser sivikbûna karan axivîn, lê di vê bendê de kar bixwe sivik nabe lê dibe sedema sivikbûn û rewanbêjiya hevoka xwe, wek:
- Zînê şîr xist beroşê
(Zînê şîr xist wê)
(Zînê şîr xistê)
- Min pênûs da birayê xwe
(min pênûs da wî)
(min pênûs dayê)
- Yarîzan daketin yarîgehê
(yarîzan daketin wê)
(yarîzan daketinê).
- Zînê şîr xist beroşê
(li pey tê)
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Çavkani: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin