Besam Ehmed: Vegera Koçberên Efrînê bi mebestên siyasî tên bikaranîn
.
Piştî dagîrkirina Efrînê di sala 2018 de ji aliyê Tirkiyê ve êdî ji wê demê ve guhertineke demografîk li wê herêma Rojjavayê Kurdistanê dest pê kir.
Kurd ji neçarî ji ber zilma çekdaran koçber bûn û Ereb û Tirkmenên hawîrde li cihên wan hatin bicihkirin.
Rêveberê Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed di vê hevpeyvînê de behsa guhertina demografiya Efrînê bikin.
Rêveberê Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmnendiyê Besam Ehmed di vê hevpeyvînê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara yên têkildarî binpêkarî, avakirina mêtingehan û guhertina demografiyê li Efrînê da.
Besam Ehmed dibêje ku metirsiya guhertina demografî li Efrînê heye û çekdarên ser bi Tirkiyê ve û malbatên li Efrînê tên bicihkirin.
Ehmed amaje bi wê yekê kir ku binpêkirinên li Efrînê rêxistinkirî ne û i awayekî ne yasayî dest bi ser malên Efrîniyan de hatine danîn û got: “Hin aliyên Kurdî giringiyê nadin binpêkirinên li Efrînê. Astengiyên ewlekarî li pêşiya karê me hene. Gelek zehmet e komîteyeke navdewletî biçe Efrînê.”
Bi awayekî ne yasayî dest bi ser malên Efrîniyan de hatine danîn tekez kir ku mêtingehên li Efrînê bi dagîrkariya Tirkiyê ve girêdayî ye û got: “Pêwîst e hemû xelkê Sûriyê vegerin navçeyên xwe yên resen. Vegera her koçberekî Efrînî bo navçeya xwe serkeftineke mezin e, lê vegera Koçberên Efrînê bi mebestên siyasî tên bikaranîn.
Dilbixwîn Dara: Min raporta we xwend, hûn bi ferehî behsa guhertina demografîk li Efrînê dikin, heta çi radeyê xetera wê li ser herêma Efrînê heye?
Besam Ehmed: Silvavên min bo te hemû temaşevanan. Metirsiyeke rasteqîne heye, metirsiya guherînên demgorafî li Efrînê, metirsiyeke rasteqîne ye, ji ber ku li vê derê em ne behsa yek keysê tenê dikin, ji van gund yan mêtingan, lê belê em behsa hejmareke gelek dikin, ji van gund û kolmelgehên niştecîbûnê yan mêtingan, ew bi xwe jî di bingeha xwe de, li ser zeviyên kesên din têne avakirin. Di heman demê de, ev metirsî rasteqîne ne, ji ber ku piraniya xelkên Efrînê, weke ku te bibîr anî, ji vê navçeyê koçber bûne, hevdem koçberên ku li vê navçeyê ne, bi xwe jî ne xelkên vê navçeyê ne. Weke prensîp, ev zevî zeviyên Sûrî ne, ji mafê her kesekî Sûrî ye, koçberî vê navçeyê bibe, lê awayê ku proseyên koçberbûnê, piştî 2018yan, pê hatin encamdan, çekdarên ser bi grûpên opozisyonê, li wê derê hatin niştecîkirin, bi alîkariya desthilatên Tirkiyê, ji bo jinavbirina hebûna Kurdî li wê derê.
Kî ne yên ku li herêmê Kurdî têne bicîkirin û ew ji ku derê hatine?
Besam Ehmed: Piranî, yan jî rêjeya çekdaran, rêjeyeke gelekî bilind e, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û opozisyona çekdar ve, bi dehên hearan ji çekdarên ser bi grûpên çekdar ên opozisyonê û malbatên wan, hatin hawirdekirin. Di heman demê de jî em behsa dehên hezarên sivîlan jî dikin, lê li gorî proseyên şopandinê, ew çekdar û malbatên wan bi awayekî sereke li van gund, mêtingeh yan komelgehên ku têne avakirin, têne niştecîkirin.
Baş e, hûn van roportên ku amade dikin, ew digihê kîjan aliyê navdewletî û çi bandora wan raportan heye?
Besam Ehmed: Helbet ev raport binpêkariyên mafên mirovan belge dikin, ji wan binpêkariyan jî, mafên niştecîbûn,zavî û xawendarîtiyê ne. Gelek aliyên navdewletî hene, bi awayekî sereke em behsa Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî dikin, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, hate damezrandin, binkeya wê li Cenêvê ye. Herwiha em behsa mekanîzmayeke navdewletî ya bêlayen dikin, ev mekanîzma bi karê komkirina belgeyan radibe, êdî wan weke dosyeyên dadwerî pêşkêş dike, ango avakirina dosyeyên dadwerî, herwiha em van raportan dişînin Nivîsgeha Komisyonerê Mafên Mirovan. Xala girîng ew e ku, ev raport diçin ji bo hikûmetên ku piştgiriya darayî dikin û ji bo Yekîtiya Ewropayê. Çima?. Ji ber ku beşek ji van komelgehên niştecîbûnê yan mêtingehan, piştgiriya darayî ji aliyê hinek rêxistinên hawarçûnê ve ji wan komelgehan re, tê kirin.
Ev rêxistinên hawarçûnê hewl didin, aliyê pêşkêşkarê alîkariya darayî, bidin têgihiştin ku, ev alîkarî diçin ji bo xelkên Sûriyê, lê beşek ji van alîkariyan, keysbazî tê de dibe, êdî guherînên demografîk li deverê pêk tên, li Herêma Efrînê û navçeyên din ên Sûriyê jî.
Tiştê ku çekdar li Efrînê dikin, hûn çiqas dikarin wan kiryaran bigihînin welatên bi bandor û kar li ser wan tê kirin?
Besam Ehmed: Em beşek in ji hejmarekê ji rêxistinan ku bi karê belgekirinê radibin. Em rêxistineke xwecihî ya Sûrî ne, bi beşekî ji van belgekirinan radibin. Lê hinek rêxistinên xwecihî yên Sûrî yên din jî hene, herwiha rêxistinnên navdewletî jî hene. Desteyên navneteweyî jî hene. Ev pirs gelekî girîng e, ji ber ku ev binpêkariyên ku têne belavkirin û têne belgekirin, beşek in ji binpêkariyên ku li Efrînê dibin. Beşekî din heye, behsa wî nayê kirin, ji ber tirsa xelkê heye ku eger ew zanyariyan belav bikin, tol ji wan bê standin. Ne tenê xelkên resen, lê belê koçberên hawir de jî, dema ew zanyariyan li ser hinek binpêkariyan belav dikin, têne girtin û mafên wan têne binpêkirin.
Xala din jî, rewşa ewlehî ye ku, rêgiriyê li ber proseyên belgekirinê dike, ev hêmaneke sereke ye, lê hinek aliyên Kurdî jî hene, alîkar in yan jî girêdayî Îtîlafa Sûrî û van grûpên çekdar in, van binpêkariyan bi sivik û kêm dibînin û girîngiyê nadinê, herwiha hebûn binpêkariyan didine mandelê. Ev yek jî bandorê li ser rastiya binpêkariyan yan jî rastiya proseyên belgekirinê, dike, ku li vê navçeyê dibin. Em hêvî ji van aliyên Kurdî dikin ku, bi vê rolê ranebin.
Ji bo belgekirina tiştên li Efrînê dibin, astegiyên li pêşiya we derdikevin çi ne?
Besam Ehmed: Astengî bi awayekî giştî, astengiyên ewlehî ne. Guşar li ser xelkên resen heye, rêgirîkirin li ber rojnamevanên serbixwe û komîteyên lêpirsînê yên navdewletî yên serbixwe heye, ku rê bi wan nayê da bigihêjin van navçeyan. Astengiya sereke, em behsa bêsrûberî û guşareke ewlehî ya gelek tund û tirsnak dikin, ku di derheqê nişteciyên resen de dibin, lê serbarî vê astengiyê jî, hinek aliyên Kurdî yên siyasî hene, mixabin, girîngiyê nadin van binpêkariyan û wan kêm dibînin û wan bi derew binav dikin. Raportên rêxstinên Sûrî jî, bi derew binav dikin. Ev tiştekî ku nayê pejirandin. Ez hêvî dikim, ev aliyên Kurdî di belgekirina binpêkariyên mafên mirovand de, alîkar bin, di parastina mafên gelê Efrînê û Sûriyên din de, alîkar bin, ne ku bidine mandelê û van binpêkariyan bi kêm û sivik nebînin.
Wate tu dibêjî binpêkariyên li Efrînê têne kirin, ne tişteke wiha ku bêne biçûkkirin?
Besam Ehmed: Ev binpêkarî ne biçûk in, ne jî hinek şaştiyên takekseî ne. Ev ne gotina min tenê ye, lê belê gotina hinek rêxistinên rêzdar e, weke Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî û Rêxistina Human Rights Watch, û ya girîngtir, raporta Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ye, vê komîteyê behsa wê yekê kir ku, proseyên destdanîna praktîzekirî li ser mal û milkan hatine encamdan, proseyên praktîzekirî û rêkxistî, binpêkariyên belgekirî û praktîzekirî, di derheqê xelkên resen de dibin.
Berdewam, dema behsa mijara rêkxsitin û praktîzekirinê tê kirin, ku di van binpêkariyan de dibin, em behsa tawanên mezin dikin ku, tawanên şer in, û bi piranî jî, tawanên dijî mirovahiyê ne.
Me behsa binpêkariyên li herêma Efrînê çêdibin kir, minak ti aliyeke navdewletî difikira yan plana wê heye şandeke lêkolîna bişîne Efrîn û bizane li wê derê çi rû dide? We di vî warî de jî hewl daye?
Besam Ehmed: ji aliyê teknîkî ve gelekî zehmet e, ji ber ku hemû komîteyên navneteweyî, bi taybetî komîteyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve pêk tên, weke mînak, Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî, pêwîstiya wê bi razîbûna hikûmeta Sûriyê heye, bi bê razîbûna hikûmeta Sûriyê, new ev komîte, ne jî ti komîteyeke din dikarin serdana van navçeyan bikin, tenê di rewşekê de, dibe Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, bi alîkariya grûpên opozsiyonê, piştî wergirtina razîbûna hikûmeta Sûriyê yan rejîma Sûriyê, dikarin serdana van deveran bikin, lê ez guman dikim ev erkê wan weke ku mehal be, ji ber ku berdewam dema serdan ji aliyê van komîteyan ve têne encamdan, aliyên ku bi binpêkariyan radibin, hewl didin van binpêkariyan veşêrin û weke mînak, girtiyan vediguhêzin bo deverine din.
Peyama sereke ya rêxistinên Sûrî û xelkên Efrînê û qurbaniyan ew e ku, pêwsît e xwe rêk bixin, û van binpêkariyan belge bikin. Belgenameyên xawendarîtiyê biparêzin. Van zanyariyan biparêzin. Rojekê ji rojan, helbet wê muhasebe hebe û proseyên qerebûkirinê û vegerandina mafan bo xwediyên wan hebin.
Baş e, li Efrînê cihek heye ku wan Ereb û Tirkmenên hawirde li ser navê xwe tapo kiribin?
Besam Ehmed: Helbet, piraniya malên ku li van navçeyan, bi awayekî neyasayî û zorê, dest li ser hatiye danîn, lê di rewşên komelgehên niştecîbûnê de, li van navçeyan kaxezek bi navê (Texsîs) ango (taybetmandiya xawebdariya malê) lê bi bê xawendariya zeviyê.
Tirkiyê mêtingehan ji Ereb û Tirkmenan re ava dike, Kurdên Efrînê jî di bin konan de dimînin, pêşeroja wan mêtingehan dibe çi?
Besam Ehmed: Paşeroja van mêtingehan girêdayî çareya siyasî ya çaverêkirî ye, li Sûriyê. Mixabin, di salên heftêyan de ji sedsala bûrî, me dît mêtingehên ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin, dema Partiya Beis destê wê di vê yekê de hebû. Derbarê van mêtingehên li Efrînê jî, eger dagîrkariya Tirkiyê li Herêma Efrînê berdewam bike yan bê sepandin, êdî ev mêtingeh wê berdewam binm êdî Kurd wê bêbehdr bin yan jî wê ji wan re qedexe be ku vegerin nav zeviyên xwe. Bi bîrûboçûna min yan jî, bi bîrûboçûna me, weke rêxistin, ev mêtingeh û proseyên destdanîna ser mal û milkan, beşek in ji stratejyayeke berfirehtir, ji bo jinavbirina hebûna Kurdî li Efrînê û li hemû bakurê Sûriyê. Ew bi xwe hejmarek ji gavan in, ji bo stratejyayeke dûrmewda ji bo jinavbirina hebûna Kurdî li van navçeyan.
Li gor amarên li ber destê we, çiqas Ereb û Tirkmen li Efrînê hatine bicîkirin û paşeroja wan dibe çi?
Besam Ehmed: Helbet, hejmarên hûr nîn in, derbarê koçberên hawirde ku li Efrînê ne, ji navçeyên din ên Sûriyê. Lê Kurdên ku, weke mînak li vê Herêma Efrînê, piranî bûn, niha bûne kemîne, ango rêjeya Kurdan niha 30-40 ji sedî, derbas nake, l wê navçeya ku rêjeya wan tê de bêhtir ji 90 ji sedî bû.
Vegera van koçberan jî girêdayî çareya siyasî ye, ji ber ku ew jî koçberî navçeyên din ên cuda yên Sûriyê bûn, êdî eger çareyeke siyasî hebe, pêwîst e ev nişteciyên resen vegerin Efrînê û navçeyên xwe, herwiha ev koçber jî vegerin navçeyên xwe yên resen û mafên hemûyan ji wan re vegerin, Kurd û Sûriyên din jî.
Eger heye ew Ereb û Tirkmen vegerin cihên xwe yên resen an mayîna wan li Efrînê dibe mayîneke demdirêj û daîmî?
Besam Ehmed: Eger çareyeke siyasî ya dadmend pêk hat, helbet pêwîst e hemû xelkên Sûriyê vegerin cihên xwe yên resen, lê ev çareya siyasî ligel stratejyaya Tirkiyê û stratejyaya grûpên opozsiyonê, ne sazan e, derbarê Tirkirin û Erebkirina van navçeyan. Çareya siyasî ya dadmend û giştgir ji bo hemû Sûriyan, wê ziyanê bigihîne projeya Tirkiyê ku, stratejyaya wê li ser jinavbirin û kêmkirina Kurdan e, li ser hêla bakurê Sûriyê.
Me behsa mêtingehan kir, tişta balkêş ew e ku ji bilî Tirkiyê, hinek welat jî rêxistinên din di avakirina mêtingehan de beşdar in. Ew welat kî ne û çima beşdar bûne?
Besam Ehmed: Li vê derê, bi awayekî sereke em behsa dewletekê dikin ku, Kuwêt e. Helbet rêxistinên Kuwêtî hene. Dezgehên medyayî yên Kuwêtî hene ku, hinek rêxistinên nîvfermî beşdar in, ev rêxistin ne ser bi hikûmeta Kuwêtê ne, lê ew bi bê razîbûna Kuwêtê kar bikin. Em hêvî ji dewleta Kuwêtê û hikûmeta Kuwêtê û hemû rêxistinan dikin, ku beşdariyê di van tawanan de nekin. Ew tawanên şer in û tawanên dijî mirovahiyê ne û hemû kesên ku destên wan tê de hene û kesên ku alîkariya darayî jê re pêşkêş kirine, herwiha hemû hander û cîbicîkarên van projeyan de, wê bêne muhasebekirin.
Bi nêrîna te baş e, xelkê Efrînê vegerin ser mal û warên xwe, yan jî wiha li koçberiyê bimînin di demekê de ku Ereb û Tirkmen di malên wan de hatine bicihkirin û aliyên siyasî li ser vegera wan weke hev nafikirin?
Besam Ehmed: Vegera çi sivîlekî koçberkirî ji Efrînê, yan jî vegera çi sivîlekî din ê Sûrî, bo navçeyên niştecîbûna xwe ya resen, serkeftineke mezin e. Herwiha pêwîst e em agahdar bin ku vegera hinek xelkê weke karteke siyasî, neyê bikaranîn. Kêşeya sereke di navbera aliyên milmilaniyê de, ew e ku rê bi hinek malbatan tê dan, ji bo vegerin, lê ev veger bi awayekî siyasî tê bikaranîn, li beramber jî piraniya koçberên din ji vegerê bêbehr dimînin. Piraniya kesên koçberkirî ji Efrînê bi awayekî sereke lne li cihê xwe ne. Vegerandin baş e, lê ji bo armancên siyasî, tê bikaranîn.
Pirsa dawî, derbarê ev mêtingehên li Efrînê têne avakirin de hinek caran hinek kes dibêjin ku di dawiyê de Ereb û Tirkmenên hawirde dê derbikevin û ew malên hatine avakirin dê ji xelkê Efrînê re bimînin. Derbarê vê yekê de nêrîna te çi ye?
Besam Ehmed: Ev iddîaa ne hûrbîn e, ne pêkan e, ji ber ku di medyaya fermî ya Kuwêtê de jî, destewajeya (Komelgehên niştecîbûnê yên herdemî) dihate bikaranîn. Têrma (Komelgehên Niştecîbûnê yên herdemî) gelekî tê bikaranîn. Ji bo emanetê û ji bo dîrokê, ev mêtingeh ziyanê digihînin xelkên Efrînê, bi taybetî ziyanê digihîne Kurdan. Herwiha ziyanê digihîne koçberên hawirdekirî ku li van navçeyan têne niştecîkirin. Niştecîkirin li van navçeyan tê wê wateyê ku ew tenazulê ji mal û warên xwe yên resen dikin, li gundewarê Şamê, û gundewarên Idlibû Hema û navçeyên din.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin