
Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
.
Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq diyar kir ku Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Nûnerê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê taktîkî ye û 400 leşker dê bimînin, leşker dê li baregehên leşkerî yên nû bên bicîhkirin.
Li gorî gotina Besam Îshaq Amerîka dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 baregehên din ava bike.
Baregehek dê li nêzîkî Bendava Tişrînê be û ya din jî dê nêzîkî sînorê Îraq û Sûriyeyê be.
Nûnerê MSDyê behsa dîplomasiya di navbera Tirkiyê û Rêveberiya Xweser jî kir û eşkere kir ku demeke dirêj e wan xwestiye bi Tirkiyeyê re diyalogê daynin da ku operasyonên li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk rawestin.
Besam Îshaq bû mêvanê Bultena Nûrojê ya Rûdawê û derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Amerîka dê leşkeran xwe bihêle
Besam Îshaq li ser kêmkirina hêzên Amerîkayê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê got:
“Di destpêkê de Amerîkayê ragihandibû ku mayîna hêzên wan li Sûriyeyê demkî ye ê planên wan li gorî pêşhatên meydanî dihatin guhertin.
Pirsa vekişîn û kêmkirina hêzên Amerîkayê niha li ser xwestina Serok Donald Trump e û pêwendî bi Sûriyeyê nîne, belkî ew siyaseta giştî ya îdareya nû ya Amerîkayê ye ji bo kêmkirina qewareya hêzên wan a li hemû cîhanê.”
Nûnerê MSDyê tekez kir ku her çend hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bên kêmkirin jî dê 400 leşker li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin.
"Vekişîn qonax bi qonax tê kirin"
Li gorî wan agahiyên ku Îshaq behs kir, Amerîkayî dê du baregehên nû vekin, ya yekem dê li bakurê Sûriyeyê be li nêzîkî Bendava Tişrînê.
Baregeheke din jî dê li ser sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê be li beşê başûrê rojava li nêzîkî Dêrezorê wera avakirin.
Besam Îshaq li ser dan û standinên HSD û Tirkiyeyê jî wiha got:
"Min ti zanyarî li ser vê yekê nîne lê min zanyarî jî nîne ku ev danûstendin rawestyabin. Danûstendinên li gel Tirkiyê zêdetir girêdayî HSDyê ne.
Siyasetmedarê MSDyê behsa serdana Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ya ji bo Washingtonê jî kir û da zanîn serdan du beş in.
Wezîrê Karên Derve wê li New Yorkê hevdîtinan bike û şandeyeke din wê li gel Banka Navneteweyî mijarên aborî gotûbêj bike.
Besam Îshaq diyar kir ku ew ne bawer in li Washingtonê wekî MSDyê bi Eshed Şeybanî re bicivin û da zanîn ku Şeybanî xwestiye li Şamê bi şandeya MSDyê re hevdîtinê bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin