Beşar Esed: Sûriye dê li dijî êrîşa Tirkiyê li ber xwe bide

Beşar Esed: Sûriye dê li dijî êrîşa Tirkiyê li ber xwe bide

.

A+A-

Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê operasyoneke Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê de got, “Heger dagirkeriya Tirkiyê hebe, di destpêkê de dê gel li ber xwe bide. Bê guman, li cihên ku artêşa Sûriyê lê bi cih bûye. Heger şert û mercên leşkerî rê bidin pevçûnên rasterast, em ê wê bikin.”

Beşar Esed di hevpeyvînekê xwe ya bi Russia Today de bersiva pirsên derbarê geşedanên herêmî, şerê Rûsya û Ukraynayê û operasyona muhtemel a Tirkiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê da.

Di hevpeyvîna ku li Şamê hate kirin de, Esed diyar kir ku Rûsya niha li dijî şerekî ye ku "bi berfirehkirina NATOyê nayê ravekirin", şerekî li dijî Rûsyayê ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kiriye.

"Rûsya hevsengiya navneteweyî diparêze"

Esed diyar kir ku Rûsya hevsengiya navneteweyî diparêze û got, “Em dikarin ji du aliyan ve li meseleya Rûsyayê binerin. Di serî de wekî hevpeyman, heger hevpeymanê me di şerekî de bi ser bikeve an jî di qada navneteweyî de bi hêz bibe, ev ji bo me jî serkeftin e.

Ya duyemîn, hêza Rûsyayê îro hevsengiyeke navneteweyî pêk tîne. Ev hevsengiya nû bandorê li welatên biçûk di nav de Sûriye jî dike.”

"Dema şert û mercên leşkerî destûrê bidin pevçûnên rasterast, em ê wê bikin"

Li ser pirsa derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê, Esed destnîşan kir ku ew ê li hember her operasyoneke Tirkiyê li ber xwe bidin û heger şert û merc destûrê bidin dê bersiva leşkerî bidin.

Esad diyar kir ku beriya niha di navbera artêşa Tirk û Sûriyê de şer derketibû û anî ziman, “Heger dagirkeriya Tirkiyê hebe, di destpêkê de dê gel li ber xwe bide. Bê guman, li cihên ku artêşa Sûriyê lê bi cih bûye. Heger şert û mercên leşkerî rê bidin pevçûnên rasterast, em ê wê bikin.

Berî 2 sal û nîvan di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê de şer derketibû û artêşa Sûriyê karibû çend armancên Tirkiyê yên ku derbasî nav axa Sûriyê bûne, têk bibin. Bi qasî ku şiyana me ya leşkerî destûrê bide wê ev rewş wiha be. Wê berxwedaneke gel jî hebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin