Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi koronayê ketin
.
Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi vîrûsa koronayê ketin.
Serokomariya Sûriyê ragihand, “Piştî ku Serok Esed û hevjîna wî Esma testên Koronayê çêkirin, diyar bû ku ew bi vîrûsa Koronayê ketine. Rewşa tenduristîya Esed û hevjîna wî baş e û wê ji bo 2 – 3 hefteyan li malê xwe karantîne bikin.”
Di daxuyaniya serokomariya Sûriyê de hatiye gotin, "Serok Esed û Xanim Esma daxwaza selametî û xweşiyê ji hemû Sûriyan û hemû gelên cîhanê dikin û bang li hemû Sûriyan dikin ku pabendî rênimayên xweparêziyê bibin.”
Li gorî amarên fermî heta niha 15 hezar û 981 kes li herêmên jêr deshilata rêjîma Sûriyê bi koronayê ketine û 1 hezar û 63 kes jî pê mirine.
Lê belê Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihandibû ku amarên hikûmeta Sûriyê belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsa korona can dane gelekî zêdetir e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin