Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin
Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê daxwaza lêkolînê li ser êrîşkirina ser liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sivikatkirin bi alaya Kurdistanê dike
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr.Beşîr Hedad êrîşkirina ser liqa 5 a PDK li Bexdayê îdane kir û dibêje ji ber rewşa ku niha welat têde ye divê hemû aliyek kar bike bo aramkirina rewşê ne êrîşkirina ser bargehên partî û aliyên siyasî û şewitandina wan.
Dr.Beşîr Hedad sivikatîkirina bi Alaya Kurdistanê re bi tundî rexne dike û dibêje Ala Kurdistanê, ya Herêmeke federal a desttûrî ye ku sembola pîroziya gelekê ye ne ya partiyekê.
Hedad daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Encûmena Bilind a Dadweriya federalî dike lêkolînê li ser vê bûyerê û handerên wê û bêdengiya hêzên ewlekariya Iraqê bike.
Di heman demê de Cîgirê Serokê Parlementoya daxwazê dike wan kesan bigre û bide dadgehê ku ew kar kirine û dibêje pêwîste ku tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê û firaksyonên civata nûneran helwêsta xwe nîşan bidin.
Endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin û ew baregeh û Ala Kurdistanê ya li ber avahiyê jî şewitandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin