Beşîr Hedad: Hikûmeta karbirêker a Iraqê nikare rêkevtinên navdewletî hilweşîne

Beşîr Hedad: Hikûmeta karbirêker a Iraqê nikare rêkevtinên navdewletî hilweşîne

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê ragihand, hikûmeta karbirêker a Adil Ebdulmehdî nikare rêkevtinên navdewletî îmze bike yan hilbiweşîne.

A+A-

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû biryara parlamentoya Iraqê ya derxistin hêzên Amerîkî û hilweşandina rêkevtina emnî ya di navbera Amerîka û Iraqê nirxand.

Beşîr Hedad ragihand, hatina hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqî bû, dema ku rêxistina DAIŞê beşek mezin ji Iraqê kontirol kiribû.

Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê anî ziman, niha çend firakisyonên parlementoyê di wê bawerîyê de ne , ku pêdîvîya wan bi mayîna hêzên bîyanî nemaye û êdî divê ew hêz ji Iraqê derkevin.

Beşîr Hedad dîyar jî kir ku biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên bîyanî ragihand ku ew biryara parlamentoyê hikûmetê pabend nake bo cîbicîkirinê û got, “Ji ber ku wê biryarê hêza yasayî nîne, eger yasayî be hikûmet pabend dibû bo cîbicîkirinê. Ji ber hindê niha dikare pabend be û pabend nebe jî. Ji ber ku hikûmet, hikûmeteke karbirêker e û nikare destkarîyê di rêkevtinên navdewletî de bike, îmze bike yan jî hilweşîne.”

Parlamentoya Iraqê duh kombûneke awarte saz kiribû bêyî beşdarîya Kurd û piranîya endamên Sunne û biryara derxistina hêzên çekdar ên bîyanî dabû. Herwiha biryara hilweşandina rêkevtina emnî ya di navbera Amerîka û Iraqê de jî di wê kombûna parlamentoyê de hatibû derkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin