
Bexda- Alozî di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket
Bexda- Alozî di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket
A+A-
Paytexta Iraqê li Bexdayê alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de derketiye.
Xwepêşanderên Iraqê bi minasebeta yadkirina xwepêşandanên 25ê Cotmeha 2019an biryara xwepêşandanên berfireh stendin û li Bexda û başûrê Iraqê dest bi xwepêşandanan kirin.
Ligor medyaya Iraqê belav kiriye di xwepêşandanên Bexdayê de alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de derketiye û çend xwepêşander birîndar bûne.
Herwiha li aliyê din amaje bi wê yekê tê kirin bombeyek jî teqiyaye û çend karmendên asayîşê jî ji ber wê teqînê birîndar bûne.
Ligor kurtevîdyoyên di medya civakî jî de tên belavkirin hêzên emnî yên Iraqê gazafirmiskrêş bikaranîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin