Bexda | Hejmara xwepêşanderên can dane gihîşt 30 kesan
.
A+A-
Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên can dane, gihîşt 30 kesan.
Li gor zanyariyan, îro 30.08.2022yê serê sibehê li Bexdayê hejmara kesên can dane gihîştiye 30 kesan û dengê çekan jî li Herêma Kesk û herwiha navçeyên din ên cuda jî pir zêde tê bîhîstin.
Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê da zanîn, bi 4 moşekan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê kirine.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê jî sîstema berevaniya esmanî xist kar û got, hemû karmendên balyozxaneyê li ser kar in û karê xwe berdewam dikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin