Bexda xwe ji bicihanîna madeyên destûrî vedidize

Bexda xwe ji bicihanîna madeyên destûrî vedidize

.

A+A-

 Hikûmeta Îraqê xwe ji bicihanîna madeyên destûrî vedidize, ji ber wê yekê jî çarenivîsa deverên madeya 140ê nediyar maye.

Kerkûk û deverên madeya 140ê ji destûrê Îraqê wekî deverên duberekî-li-ser hatine diyarkirin û heta yekalîkirina çarenivîsa wan, divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevparî wan bi rê ve bibin, lê Hikûmeta Îraqê bi rêya sepandina hêzê hez û îradeyên xelkê van deveran binpê kirine û bi awayekî yekalî serederiyê dike.

Nivîser Tariq Karêz ji K24ê re got, “Li dû madeya 140ê ya destûrê Îraqê, viyaba li dawiya sala 2007ê rewşa deverên Kurdistanî hatiba asayîkirin, serhejmêrî û paştir jî rapirsîn lê hatiba kirin, ji bo ku çarenivîsa van deveran hatiba yekalîlkirin.”

Tariq Karêz amaje jî da, “Li dû destûrî, heta bicihanîna wê madeyê, divê doza petrolê jî bi hevparî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê meşandin, lê Hikûmeta Îraqê pabend nîne û petrol û aborê wekî çekek ji bo lawazkirina Kurdan bi kar tîne.”

Şarezayê warê petrol û gazê Sîrwan Mistefa jî ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê dixwaze bi rêya birîna budce û mûçeyan dozên din ên giring ên çarenivîssaz û arêşeya axê jî ji bîra xelkê Kurdistanê bibe.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem xwastiye arêşeyên xwe bi Hikûmeta Îraqê re bi awayekî aştiyane û bi rêya danûstandinan çare bike, lê Hikûmeta Îraqê herdem xwe ji çarekirina arêşeyan vediziye.

Ragehandina vê dawiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser van deveran jî mimkin e destpêka qonaxeke nû ji helwestan be û ji bo Hikûmeta Îraqê peyamek jî be ku Kurd destan ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin