Bi amedbûna serokwezîr Barzanî ve peymana dîjîtal kirina xizmetan tê îmza kirin
.
A+A-
Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro merasîma îmzkirina peymana di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de birêve diçe.
Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro demjimêr 09:30 li Hewlêrê merasîma îmzekirina peymanekî di navbera Wezareta Navxwe û Gruba Muhlbauer a Almanî birêve diçe. Ew peyman di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de ye, bi taybet tomarkirina otombîl, moleta ajotinê û çend xizmetkariyên din.
Îmzakirina vê peymanê, beşeke girîng e ji hewlên berdewam yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çaksazî û nûjenkirina xizmetkariyên hikûmetê li seranserî Herêma Kurdistanê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin