Bi beşdarîya karkerên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê mîtîngek girseyî hat lidarxistin
Bi beşdarîya karkerên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê li Amedê mitîngeke girseyî hate kirin. Ji bo ewlehîya mitîngê Parêzgarîya Amedê 2000 polîs peywirdar kiribû.
Navenda Nûçeyan- Bi pêşengîya Platforma Ked û Demokrasîyê li bajarê Amedê bi dirûşma "Ji bo aşitîya civakê û jîyaneke mirovane emê demokrasîyê saz bikin" mitîngeke bi beşdarbûna nêzî 1000 endam, alîgir û nûnerên konfederasyon û sendîkayên karmendan hate lidarxstin û nûnerên karmendan di mitîngê de daxwaza demokrasîyê kirin.
Bi beşdarîya karkerên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê li Amedê mitîngeke girseyî hate kirin. Ji bo ewlehîya mitîngê Parêzgarîya Amedê 2000 polîs peywirdar kiribû.
Mitîng li Qada Stasyonê ya Amedê bi pêşengîya Platforma Ked û Demokrasîyê hate lidarxistin.
Konfederasyon, sendîka, yekîtîyên jûrên pîşeyan yên wek KESK, TMOOB, DISK û TTB bi kortejan ketine nav qadê.
Serokê Sendîkaya Perwerdekaran a Amedê, Abbas Şahîn ragihand: “Em dizanin ku xebatên yekîtîya netewî têne meşandin, em jî wek kedkar dibêjin êdî roj roja yekîtîya çar parçeyê welatê me ye; peyamê me yê îro ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye; ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ye.”
Di mitîngê de dirûşma sereke “ji bo aşitîya civakê û jîyaneke mirovane emê demokrasîyê saz bikin” bû.
HDP jî di asta hevserokatîya bajêr da tevlî mitînga karkeran bû.
Hevserokê HDPê yê Şaxeya Amedê, Zeyad Ceylan da xuyakirin: “Em wek HDP ji bo piştgirî bidin kedkarên xwe li vê derê ne, daxwazên wan di heman demê de daxwazên me ne jî, daxwazên karkerên me ewên ku keda wan bê hesibandin û herwisa me îro li vê derê dît ku helwestek li hember polîtikayên şer tê nîşandan.”
Di mitîngê de hevserok û nûnerên sendikayên karkeran gotaran pêşkeş kirin
Hevseroka KESKê, Hulya Gezen jî got: “Di serî de em rêz û silavên xwe li hember cangorî û rêhevalên xwe yên demokrasîyê pêşkeş dikin.”
Babetên wek danîna qeyûman li ser şaredarîyan, azadî, wekhevî, şerê Rojavayê Kurdistanê, bertîl û şert û mercên jîyana karkeran jî di mitîngê de hatin gotûbêjkirin.
Sekreterê Amedê yê Lijneya Kordînasyonê ya TMOOBê, Dogan Hatûn dibêje: “Divê ku em wek Kurd yekîtîya di qada sîyasetê de ku me ava kir, di navrêxistinên karkeran de jî dabîn bikin ev berpirsyarîya me hemûyan e; herwiha tenê ev berpirsyarîya Bakur nîne yê me hemû karkerên Kurdan e.”
Beşek xelkên Amedê jî ji bo palpiştîya karkeran tevlî mitînga demokrasîyê bûn
Welatî, Helîme Turel dîyar kir: “Bila êdî şer ji me dûr be, ka bêjin çi karê Tirkîye heye li Rojavayê Kurdistanê.”
Samet Eren jî dibêje: “Em doza demokrasîyê û mafê xwe û yê hemû xelkên Tirkîyeyê dikin ji bo wê yekê em li vê derê ne.”
Karkerên ku li Amedê bi daxwaza demokrasîyê kombûn li ber stranên Tirkî govendê girêdan.
Mehdî Mutlu-Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin