Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bi Kurmanciya Gewir: Xewek Li Doda.. Li Cihê Berî 50 Salî

A+A-

Konê Reş

  Çûn û hatina min ji mala me a li gund/ Doda, qut nebûye.. Belê ji berî 50 salî ve, ku di havînan de li ser banê xaniyê me li gundê Doda radizam, ranezame.. Berî çend rojan, wek her carê digel du birayên xwe çûm gund, min biryar stand ku wê şevê wek havînên berê, li ser banê xanî, cihê berê razêm..  

  Wê şevê civaka min baş dirêj kir.. Gundî zû radizên.. Piştî civak ferikî, her yek çû mala xwe, ez jî hilkişiyam ser banê xanî, nav livînên ku ji min re raxistibûn.. Ji ser banê xanî, di nav reş û bêdengiya şevê de awirên min ber bi asman ve çûn, min dît ku çawa stêrk di asman de dilîzin.. Qet min ew pirbûna stêrkan di asmanê Qamişlo nedîtine.. Di nav wî asoyê bêdengiyê û kerbûna gund de, bi tenê hin caran dengê reyandina sehan dihat bihîstin.. Bi mêzekirina li çarhawêrî gund re, rojên biçûkaniyê hatin bîra min.. Min çixareyek vêxist, çend miz jê kişandin û berê xwe da Bakur/ Serxetê û ji xwe re ponijîm.. 

  Bi mêzekirina Bakur re, ronahiyên bajarê Mêrdînê û hin gundên çiyayê Omeryan xweş xuya dikirin.. Bi ponijandina di çiyayê Omeryan de nivîskar Şerefxanê Cizîrî û pirtûka wî (Omeriya Mîrsom), hatin bîra min, hem jî mamoste Mustefa Yildirim û gundê wî Serê Kaniya Omeriyan.. Jixwe elektirîkên sînor, xeta trênê û gundên Serxetê ji hêla sînor ve bêtir bi ronahî dihatin dîtin.. Şewqa otomobîlên ku di ser rêka Îpek Yolu/ Rêka Hevirmêş re diçûn û dihatin, ji berê pêtir bi xirecir bûn.. Gundê Zorava ji berê mezintir dihat dîtin û pê re romannivîs Laleş Qaso hat bîra min.. Herweha gundê Sirêçkê û mamoste Sebrî Onler.. Newala Stilîlê û gundê Stilîlê û Çinara apo Musa Anter.. Avaniyên gundê Menderê du qat û sê qat ber bi asman ve bilind xuya dikirin û hunermend Qasim Qoç, Huseyin Demir û Abdulhelîm Akat di ber çavên min re derbas bûn..! Xanî û kavlên gundê Qesra (Serçixan), di nav reşahiya şevê de baş nedihatin diyarkirin.. Jixwe xeta Trênê û sînorê bi mayîn û têldirî, ez li wan rojên qaçaxiyê û bûyerên bi xwîn, kul û xem vegerandim..

  Wê şevê, li ser wî xanî, di nav wî asoyê reş, bêdeng û stêrkên ku di asman de dikeniyan, çendî min lihêf dikişand ser xwe ku razêm, xewa min nedihat û bêtir ponijandinê li talanê min dixist; bîranînekê ez dibirim bîranînekê û di tûrikê bîranînên xwe de li zaroktiya xwe vedigeriyam..! Weha ez û şev û bîranîn bi hev re diman.. Me civateke nû digerand! Wêneyê miriyan, zindiyan û derketiyên ji gund di ber çavên min re derbas dibûn.. Her yekî ji wan, berî yê din divîbû çîroka xwe ji min re bibêje..! Gera li şop û jînenîgariya wan jî bi min xweş dihat.. Û sihbeta me bi hev re dirêj dikir..! Min jî, çixare di pey çixarê re vêdixist û dikişand..

  Çendî min lihêf davêt ser xwe ku razêm, xew li min nedibû mêvan..! Min xwe diqulpand vî alî, wî alî, bê fêde bû.. Ji aş û bajar ve mêvanên min zêdetir dibûn..! Her yekî dixwest berî yê din, xwe bîne bîra min û serpêhatiya xwe ji min re bidarveke..! Di berbanga sibê de, nizanim çilo û çawa xilmaş bûm.. Bi xwe hisiyam ku rokê konê xwe di ser min re vegirtiye.. Palgeheke min bi wirde çûye, yek bi virde hatiye.. Lihêf li hev hatiye peçan û ji kesmê xwe derketiye.. Pakêta çixareyan û çiqmaq ji hev xeyidîne û dûrî min çûne..! Ji nişkê ve dengê apê xwe Hecî Mihemed hat; Mêvano! Ma tu ji xew şiyar nebû loo! Rok hatiye nîro..!

Qamişlo 9/9/2024

mala-me-li-doda.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar