Bi online şeva hineyê kirin, lê polîsan bi ser malê de girtin
Li bajarê Stenbolê Pinar Gurkan a 35 sakê û Mutlu Toksoz ê 38 salê ji ber metirsîya belavbûna vîrusa koronayê li ser înternetê şeva hineya xwe saz kirin, lê dîsa jî polîsan bi ser malê de girtin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Pinar Gurkan û Mutlu Toksoz li ser înternetê şahîya şeva hineya xwe saz kirin û nêzîkî 37 mirov û hevalên wan bi awayeke online beşdarî şahîya hineya bûn.
Di şahîya hineya dê Pinar Gurkan cilên sor lixwe kirin û beşdarîyan jî mûm pêxistin û stranên şahîyê strandin.
Direngîya şevê Mutlu Toksoz çû mala sozdarîya xwe Pinar Gurkan. Piştî ku Mutlu Toksoz diçe mala sozdarîya xwe, polîs jî li ser saloxîya şahîya bi komî, bi ser malê de digirin, lê piştî ji rewşê agahdar dibin vedigerin.
Rudaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin