Bi pêkêşîya Komeleya HEVALTÎ li herêma Leer a Elmanya pîrozbahîya Newrozê
.
Li herêma Leer ya Elmanya,bi pêşkêşiya komela HEVALTÎ û bi piştgirîya malbatên Kurd yên welatparêz Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Rêvebirê komela HEVALTÎ û endamê meclîsa PSK M.Ali Etdoger di vekirina pîrozbahîyê da,Sipasa beşdara kir û newroza wan pîroz kir. Di berdewamîya axaftina xweda bal kişand ser yekîtî û tifaqa Kurd Kurdistaniyan.
Piştra mafê axaftinê da Nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk. Boyîk jî zêdetir Li ser giringî û dîroka Newroz axifî û Newroza Tevahîyê Kurdistaniyan pîroz kir.
Piştre Cîgirê Serokê gîştî yê PAK’ê Kasım Ergun axaftinek kir, Newroza beşdaran û hemî Kurdistaniyan pîroz kir.
Ergün di axatina Xwedê balê kişan ser ser erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê. Siyaseta dagirkeriyê protesto kir û bangî alîkarêyê ji bo qurbanîyên erdhejê kir.
Ergün di berdewamîya axaftina de li ser rojeva her çar perçê Kurdistanê axifî. Bi taybetî giringîya tifaq,yekîtî û hevkarî ziman. Sipasîya beşdara û komeleya HEVALTÎ kir. Malbatên beşdar bubun bi hevra xwarin xwarin û sihbetên germ kirin.
Rûpela Nû
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin