Bi şahîyek girseyî 77 salîya damezrandina PDKê hat pîrozkirin
.
Roja 19.08.2023 Partì Demokratì Kurdistan Liqa 6 ya Ewropayê li Bergisch Gladbachê ya Almanya bi şahîyek girseyî salvegera damezrandina partîya xwe piroz kir.
Ji her çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partî, dezgeh û kesayetên li Almanya, Holanda û welatên din yên li Ewropayê dimînin beşdarî vê pîrozbahîyê bibûn.
Pîrozbahî bi axaftina Serokê Liqa 6 ya Ewropa yê Anwer Masifi despêkir. Gelek hûnermend beşdarî vê şahîyê bûn. Bi mûzik, bi govend beşdarên şahîyê 77 salîya damezrandina PDKê pîroz kirin. Ji bo vê rojê gelek peyamên pîrozbahîyê hatibûn. Li ser navê Komîta Hevbeş ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) ji Holandayê Baran Boskan û ji Almanyayê Siraç Kirici wek heyetek hevbeş beşdarî vê pîrozbahîyê bûn û vê mesajê pêşkeşê amadekarê ahengê kirin
“Ji bo Partîya Demokrata Kurdistanê PDKê liqê 6an!
Em, komîteya hevbeş ya yekîtîya PAK û TEVGERê, salvegera 77salîya PDKê li neteweya Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin.
Em di pêvajoya bidestxistin û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê de rola sereke ya PDKê gelekî girîng dibînin.
Em destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi gelemperî ji bo tevgera neteweyî ya herçar beşên Kurdistanê, wek destkeftîyên dîrokî dibînin û wan destkeftîyan wek destkeftîyên xwe şîrove dikin.
Birêzan!
Yekgirtina pêşmerge, îstîxbarat, asayiş, aborîya Kurdistanê û helwesta sîyasetek hevrêzî û hevgirtî pêdivîyek sereke û temînata domandina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ye.
Em PAK û TDK-TEVGER, yekgirtina hêzên Kurdistanî û parastina encamên referandûma serxwebûnê, ji bo geşkirina destkeftîyan û ji bo Kurdistaneke serbixwe wek destkeftîyên mayende pênase dikin.
Serkeftin her para tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê be! Bijî miletê Kurd û bijî Kurdistana serbixwe!
16/Tebax/2023
Bi rêz û silavên me
KOMÎTEYA HEVBEŞ
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)”
Rûpela Nû /Almanya
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin