Bi şkenceyên xwe navdar bû, navê Esat Oktay li dibistanê hat kirin

Bi şkenceyên xwe navdar bû, navê Esat Oktay li dibistanê hat kirin

.

A+A-

 Li navçeya Bucayê ya parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, navê Esat Oktay Yildiranê ku di pêvajoya derbeya 12ê Îlonê de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û şkence li hezaran kesan kiribû, li dibistanekê hat kirin.

Ji ber vê yekê gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Qeymeqamtiya Bucayê bi dîmenan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku navê Dibistana Seretayî ya Şehit Sadik Şen wekî Dibistana Seretayî ya Esat Oktay Yildiran hatiye guhertin.

Herwiha di nav dibistanê de cihekî bîranînê ji bo Esat Oktay Yildiran hatiye amadekirin.

Esat Oktay Yildiran di pêvajoya derbeya 12ê Îlona 1980yî de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû.

Di girtîgehê de ji ber şkenceyên giran nêzîkî 50 kesî canê xwe ji dest dabû.

Piştî derbeyê hezar û 600 kesî ji ber ku şkence li wan hatibû kirin derbarê Esat Oktay Yildiran de gilî kiribû lê dadgehan lêpirsîn nedan destpêkirin.

Girtîgeha Amedê ji ber şkenceyên Esat Oktay Yildiran, li seranserê cîhanê yek ji girtîgehên herî xirab tê qebûlkirin.

Piştî belavkirina nûçeyê li ser medyaya civakî gelek nerazîbûn hatin nîşandan.

Kuştina Esat Oktay Yildiran

Esat Oktay Yildiran li Girtîgeha Amedê şkenceyên gelekî giran li girtiyan kirin.

Girtiyên siyasî sala 1982yan li dijî şkenceyên giran dest bi greva birçîbûnê kir û çend kesan di greva birçîbûnê de canê xwe ji dest da.

Yek ji serkirdeyên PKKyê yê Laz, Kemal Pîr jî di 9ê Îlona 1982yan de canê xwe ji dest da.

Li gor bîranînên di pirtûka nivîskar û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel a bi navê “Diyarbakir 5 No.lu” (Amed hejmara 5) de hatiye nivîsandin li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di navbera Kemal Pîr û Esat Oktay Yildiran de axavtineke wiha tê kirin.

Yildiran ji Kemal Pîr re dibêje; “Kemal divê ti vê carê bimirî! Eger tu nemirî, ez dê te qawîş bi qawîş bigerînim lê eger tu bimirî, ez dê li ser gora te qedehan li hev bidim.”

Kemal Pîr jî jê re dibêje; “Esat, ez Kemal Pîr im, Ez dê bimirim. Lê eger tu biçî ser heyvê jî tu nikarî ji sê guleyan rizgar bibî.”

Esat Oktay Yildiran li navçeya Umraniyeyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, 22yê Çiriya Pêşîna 1988an di otobuseke rêwiyan de bi sê guleyan hat kuştin.

Li gor îdiayan kesên ew kuştin jê re gotine: “Slavên Kemal Pîr ji te re hene” û sê gule lê reşandine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin