Bi Yakup Karademir re Hevpeyvîn / Podcasta Kurdî

Bi Yakup Karademir re Hevpeyvîn / Podcasta Kurdî

.

A+A-

Beşa yek: Nasîn Werger hêz e:

1-Ji kerema xwe re tu dikarî ji me re behsa biyografîya xwe bikî? (Di jiyana mirov de nişkên(an) giring hene. Mesela; Tu çawa li rastî zimanê Kurdî hatî? Behsa van jî bikî baş bibe.)

Yaqûb Karademir: ez di 1960-ê de, li gundê Şateh yê ser bi navenda bajarê Merdînê çêbûme. Dê û bavê min ji kurdî pê ve bi zimanekî din nizanibûn û biawayekî xwezayî ji wan hînî kurdî bûm. Wê demê li gundê me kêm kesê ku bi tirkî zanibûn hebûn, yên ku zanibûn jî şerm dikirin li gund bi tirkî nedipeyivîn. Jiyan bi giştî, çi civatî çi aborî her bikurdî bû. Gava ji devê yekî bişaşî jî bûna peyveke tirkî derketa, yên din ew şermeezar dikirin û jê re digotin: “Tu ji ser xwe çûyî, eslê xwe înkar dikî!” Rewş heta salên 1980yî jî kêm zêde wiha bû, heta ku elektrîk hate gund û televîzyon kete nav malan.

Di heft saliya xwe de, gava çûm dibistanê, ji ber ku kurdî qedexe bû, ji mecbûrî û hinekî jî bidarê zorê min dest pê kir ez tirkî hîn bûm. Piştî dibistana seretayî, ji ber ku li gund ya navîn tunebû, ji bo xwendina xwe ez çûm Diyarbekirê. Li wir, li mala xaltîka xwe mam, ku ew jî li malê bi zarokên xwe re her bi kurdî dipeyivîn. Li dibistana navîn diviya min zimanekî din ê biyanî (ingilîzî, elmanî yan fransizî) hilbijarta, pişka min li fransizî ket.

Min lîse li Mêrdîn, li gel birayê xwe yê mezin û yê biçûk xwend, li wir jî em li malê bi hev re bi kurdî diaxivîn. Li lîseyê min beşê matematîkê qedan û dixwest li zanîngehê endazyariya matematîkê bixwînim. Lê di îmtihanê de puanên min ên fransizî zêde hatin û min li Fakulteya perwerde ya zanîngeha Dîcleyê, ziman û edebiyata fransizî xwend. Min dîploma xwe di 86-ê de wergirt, lê ji ber sedemên siyasî min mamostetî nekir.

Piştî xwendinê ez çûm Stenbolê û li wir li gel hin hevalên xwendekar me kovara Roja Medya (Güneşi), di 1989ê de derxist. Piştî darba eskerî yekem kovara siyasî-edebî bû, ku pirsa kurdî û zimanê kurdî di qada legal de dîsa anî rojeva Tirkiyê û bakurê Kurdistanê. Polîs gelek êrîş anîn ser me, ez jî di nav wan de gelek hevalên me hatin girtin û îşkence kirin. Dadgehên leşkerî DGMyan di derheqê me de gelek dawe vekirin û bideh sal cezayê hefsê, bitawanbariya propagandaya kurdayetî, cudaxwazî, komunîzmê û weşana bikurdî dan me.

Lê me ji efa “tawanên çapemeniyê” ya Ozalî sud wergirt û “cudaxwazi”ya xwe domand û kovara xwe paşê bi forma rojnamê pêşî du hefteyî û paşê jî hefteyî bi navê “Roj”ê derxist. Piştî serîhildana 91-ê ez weke nûçegîhan li başûrê Kurdistanê demeke dirêj xebitîm û zaravayê soranî jî hîn bûm. Ji ber şerê birakujiyê di 94ê de dîsa vegeriyam Stembolê û birêzê berpirsiyariya rojnameya Armancê kir, di Ronahî û Roja taze de edîtoriya rûpelên edebîçandî kir. Her wiha li navenda çandî Medkom-ê û weqfa çandî Kurdkavê min dersên zimanî kurdî dan û dest bi wergera kurdî ya klasîkên fransizî kir.

Di 2002-yê de, bi alîkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Wezareta çandî ya Fransa-yê ji bo xebata min a wergerê sê meh burs û mafê rûniştina li Fransa-yê da. Paşê min li zanîngeha Rouenê, birêveberiya Prof. Dr. Salih Akin li ser peyvên nû di rojnamegeriya kurdî de du sal (2003-2005) Master kir. Ez ji 2007ê de jî li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, weke edîtorê dijîtal dixebitim û pirtûkên pirtukxaneya wê li ser internet / xetê didim nas kirin.

2-Te çima li zaningehê beşa fransî xwend? 

Li dibistana navîn û li lîseyê hin bihin ku zimanê fransizî hîn bûm, mereqa min li hemberî wî bi awayekî xwezayî, her ku çû zêde bû. Min li gel dersa dibistanê dersên taybetî yên FONO / Saziya fêrkirina fransizî binameyê jî, ku navenda wê li Stenbolê bû taqîb kirin. Bawer dikim ev meraq ji ber manendiya zimanê kurdî û yê fransizî, ji ber ku ji malbata zimanên Hindo-Ewropî tên û dewlemendiya edebiyata klasîk a fransizî dihat. Terciha min a zimanê fransizî nebizanebûn, tesadufî bû, lê wî weke meqnetîzê ez ber bi xwe ve kişandim.

3-Tu niha li Parîsê yî. Li wir bi çi re mijulî?

- Weke min li jor jî bahs kir ez bi niyeta wergera klasîkên fransizî hatim Fransayê. Beriya ku ez bêm, min beşê franzizî yê metoda dersa kurdî ya Kamûran Bedirxan, “Le kurde sans peine / Kolay Kütçe” wergerande tirkî, Dozê çap kir (1997). Dîsa tekstê hêsan ê “Les miserables / Mirovên hejar” – Victor Hugo, ku ji bo zarokên 6 ta 12 salî hatibû amadekirin min wergerandibû û Avesta çap kir (2001). Her wiha weşanxaneya Aramê, ji min xwest ku ez berhemên giştî yên Malière wergerînim, min “Le Tartuffe / Sofiyê sextekar” jî li Stenbolê wergerand (2002). Li Fransayê jî min du piyesên Molière “L’Avare / Çikûs” (2003) û “Le malade imaginaire / Nexweşê nexweşiyê” wergerand (2006), Aramê çap kirin. Min ji bo masterê du tez, bi fransizî li ser avakirina peyvan û peyvên nû di rojnamegeriya kurdî de nivîsîn (2004-2005). Piyesa Jean Paule Sartre ya binavê “La pute respectueuse / Qehpika rêzgir” min wergerandiye li bendî çapê ye. Jimara taybet a kovara Le monde diplomatique, Manière de voir “Le combat kurde / Şerê kurdan” min wergeran, Rûpelê çap kir (2020). Ji bo her jimareyeke Le monde dîplomatique-kurdî, her meh du-sê meqaleyan ji fransizî werdigerînim kurdî û li Enstîtuya kurdî ya Parîsê ji bo pirtûkxaneya dijîtal edîtoriyê dikim, pirtûkan li ser înternetê didim nas kirin. Li ser tekstê orijinal ê “Les miserables / Mirovên hejar” (3 cild / 1500 rûpel e) dixebitim, cildê pêşîn li ber qedandinê ye...

4-Li Parîsê rojekê te yê monoton çawa derbas dibe?

- Heta 40 saliya xwe min digot em ê şoreşê bikin, ji bo şexsê xwe tiştek nekir, dereng zewicîm. Li fransayê du zarokên me çêbûn, niha diçin lîseyê, bitaybetî ji bo ziman, çanda kurdî hîn bibin û xwendina xwe bi awayekî serketî temam bikin, hinekî bi wan eleqedar dibim. Ez û diya zarokan tevde dixebitin ku karibin debara xwe bikin. Em li banliyoyeke Parîsê dimînin, nava heftê serê sibê zarokan dibim dibistanê û ji wir jî bi trênê diçim Enstîtuyê. Ez sibehî saet di 10ê de dest bi kar dikin û heta 7ê êvarî dixebitim. Êvarî dîsa bi trêne vedigerim malê, li dor du saetên min bi rê de derbas dibin. Ez di vê navê de karim tiştekî bikêfa xwe bixwînim; bi kurdî, fransizî û carinan jî tirkî. Êvaran kursên muzîk û sporê yên zarokan hene wan dibim û tînim. Saet li dor 8ê êvarî em li malê vedihewîn heta em şîv dixwin, çay an qehweyekê vedixwin saet dibe 9, carinan 10ê êvarî, piştî wê rûdinêm heta 1ê sibehê, carinan 2 ta 3 dixebitim, karê wergerê dikim ya gotarekê tiştekî dinivîsim. Dawiya heftê jî ku bi zarokan re dernekevim, neçim Parîsê, sînema, muze yan tiyatroyê, li malê dixebitim. Carinan derdikevim saetekê baz didim an bisîklêtê dikim, wext wiha derbas dibe. Hin şemiyan, piştî nîvro çalakiyên Enstîtuyê hene; seminer, bîranîn, danasîna pirtûkan an pêşange çêdibin, wê gavê ez jî diçim. Wekî din jî çalakiyên girîng ên li ser kurdan hebin beşdar dibim.

Beşe du: Werger

5-Werger çawa dest pê kir?

Tu dikarî ji me re behsa karê xwe yê li ser ziman bikî? Dema me li zanîngehê dixwend du dersên me yên wergerê hebûn; yek ji fransizî bo tirkî ya din ji tirkî bo fransizî bû. Ji ber ku em li ser ziman dixebitîn, tiştekî bala min kişand, min dît ku werger di pêşketina ziman û edebiyatê de rolekî mezin dilîze. Tirkan çibigre hemî klasîkên cîhanî wergerandibûn tirkî û zimanê xwe, ji tune de pêşxistibûn, dewelemend kiribûn. Fikar wergera klasîkên fransizî bo kurdî ji ber vê dîtinê bi min re çêbû. Werger di transfera zanînê ji zimanekî bo yê din de jî roleke serekî dilîze; Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û hwd. ên zimanê kurdî hebûn, lê Vitor Hugo, Molière, Sartre, Flaubert, Balzac û hwd. ên me tunebûn. Bi wergera wan em ê, edebiyat û şoreşa fransizî, pêşketina demokrasiyê û mafên mirovî, têkoşîna çînayetî, wekheviya jin û mêran li vî welatî jî agahdar bibûna. Bi vê baweriyê, min cara pêşîn tekstê hêsan ê “Les miserables” bi navê “Mirovên hejar” beş bi beş wergerand û di rojnameya Rojê de çap kir, paşê Avestayê ew weke pirtûk çap kir. Di pey re ez hîn bûm ku Victor Hugo jî “Les miserables” pêşî beş bibeş di rojnamê de belav kiriye û paşê weke pirtûk çap kiriye.

6-Çima Moliere te wergerand?

- Molière ji ber ku komîk bû û çîrokên dema feodaliyê vediguhast ji civata me re jî nexerîb bû, li ser daxwaza weşanên Aramê me xwest em hemî berhemên wî wergerînîn. Lê piştî wergera sê piyesan, ji ber ku karê weşanxanê baş neçû, proje rawestiya. Heke di pêşerojê de derfet hebe, ez dixwazim vê projeyê temam bikim.

7-Wergera roman hêsan e an şano?

- Bi dîtina min ji bo wergerê ferqeke mezin di navbera şano û romanê de tuye, heta şano carinan dikare ji romanê zortir jî be, ji ber ku hest, jest û stîla helbestî, agheng û rîtim tê de heye. Tekstê romanê çîrok e, zêde consantrasyon û ramanê naxwaze, lê ji ber nivîsa romanê dirêj e, ew zêde wext û bîhna fireh dixwaze.

8-Ji Fransî bo Kurdî werger hêsan e?

- Erê wergera fransizî bo kurdî bi nisbet tirkî hêsantir e. Weke hûn jî dizanin kurdî û fransizî ji heman malbata zimanî, Hindo-Ewropî ne, lê tirkî ji malbata Uralo-Altayî ye. Ne ji alî structur, ne fonetîk û ne jî sentaks û morfolojiya xwe ve kurdî û tirkî ne weke hev in, ji hevdu bitevayî cihê ne. Gava meriv ji fransizî hevokekê werdigerêne, çendî dirêj jî be, meriv dikara wê beş bibeş wergerêne kurdî, lê hevoka tirkî divê tû wê sero bin bikî, wê gavê meriv dikar hin tiştan di wê navê de jibîr bike, wernegerîne.

Beşa sê:

Mirovên Hêjar 9-Mirovên Hejar wergera te ya roman e. A niha tu ji bo versyonek firehtir li ser dixebitî. Çima Victor Hugo, çima Mirovên Hêjar?

Victor Hugo yek ji mezintirîn romannivîsê fransizî ye û romana wî “Mirovên hejar” şahkarê wî ye, ku çibigre li tevayiya zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Romaneke ansîklopedîk e, çîroka wê rexneyeke li burjuvaziya ku karkir û hejaran weke kole dibîne ye. Hugo, di vê romanê de bahsa teolojî, siyaset, şer, hiqûq, demokrasî, bikurtayî şoreşa burjuva ya fransizî dike. Hugo bixwe ji bo wergera îtalyanî ya Mirovên Hêjar wiha dibêje: “Edîtorê Mîlanoyî dibêje ku Mirovên hejar ji hemî gelan re hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye, ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê min ew ji bo herkesî nivîsiye. Biqende ku ji bo Spanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ew çend ji bo Brîtanya, Îtalya, Almanya û hwd. jî hatiye nivîsîn; çawa ji bo împreretoriyên li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn, wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civatî sînoran nas nakin, birînên mirovayetiyê yên bê sînor ku li dinyayê belav bûne, li xetên sor an şîn ên nexşeyan ho venadin û qet ranawestin. Li her ciyekî ku nijada mirov nezan û bêhêviye, jin ji bo nan xwe difroşe, zarok ji ber peydenebûna pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên hejar li derî dixe û dibêje: Ez ji bo we têm, derî li min vekin. Di vê saeta ewçend tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ew mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye û bi hemî zimanan dinale.” Çima bi kurdî jî menale?

10-Tu dikari di derheqê jiyana û berhemê Victor Hugo de hinek agahî bidî?

- Victor Hugo helbestvan, şano û romannivîsê romantîk ê fransiz e, di 26ê sibata 1802yê de li Besançonê ji dayik bûye û di 22yê gulana 1885ê de li Parîsê miriye. Ew yek ji girîngtirîn nivîskarên zimanê Fransizî tê hesibandin. Di heman demê de ew kesayetiyeke siyasî û rewşenbîrekî dilsoz e, ku di sedsala 19ê de roleke mezin lîstiye.

Victor Hugo di sedsala 19ê de, di babet û warên cihê yên berbiçav ên dîroka wêjeya fransî de cîhekî girîng digire. Ew helbestvanekî lîrîk e, ku bi berhevokên mîna Odes û Ballades (1826), Les Feuilles d'automne (1831) an Les Contemplations (1856) tê naskirin. Lê di heman demê de ew helbestvanekî ku li dijî Napoleonê IIIyê, di Les Châtiments (1853) de derketiye yan jî bi La Légende des siècles (1859 û 1877) helbestvanekî epîk e, destan nivîs e.

Ew di heman demê de romannivîsekî gelêrî bû, ku serketineke mezin bi Notre-Dame de Paris(1831), û hîn bêtir bi Les Misérables(1862) bi dest xist. Di warê şanoyê de, wî teoriya xwe ya drama romantîk di pêşgotina xwe ya ji bo Cromwellê di 1827 de pêşkêş kir û ew bi giranî bi Hernani di 1830 de û Ruy Blas di 1838 de, her weha bi Lucrèce Borgia û Le Roi s'amuse jî nexişandiye.

Berhemên wî yên pirjimar di heman demê de axaftinên wî yên siyasî yên li Senatoya wê demê, Meclîsa Damezrêner û Meclîsa Zagonsaz, nemaze li ser cezayê mirinê, dibistan an Ewropa, çîrokên rêwîtiyê (Le Rhin, 1842, an Tiştên ku hatine dîtin, piştî mirinê, 1887 û 1890), û nameyên wî yên bêjimar jî digrin nav xwe. Victor Hugo bi xurtî beşdarî nûkirina helbest û şanoyê bûye. Hemdemên wî heyranê wî bûn û hîn jî wiha ne, lê ew ji hêla hin nivîskarên nûjen ve jî hate îhmal kirin. Vê yekê di heman demê de derfet da gelek nifşan ku li ser helwesta nivîskarî ya di warê jiyana siyasî û civatî de bifikirin ku di bîst salên Împaratoriya Duyemîn de, ew ji ber gelek helwestên wî mehkûmî sirgûnê kirin.

Tercîhên wî, çi exlaqî çi jî siyasî, bi dirêjiya beşa duyemîn a jiyana wî, û xebata wî ya awarte, ew kirin kesayetiyeke sembolîk, ku Komara Sêyem ew bi merasîmeke neteweyî rûmetdar kir, û piştî mirina wî bi deh rojan, di hezîrana 1885ê de, refeqeta veguhestina termê wî ya Panthéonê li Parîsê kir.

11-Te çend berhemê Victor Hugo xwend? Kîjan berhem bi çi awayî tesîrê te kirine?

- Min “Les miserable / Mirovên hejar û Notre-Dame de Paris / Notre-Dame a Parîsê, Le Dernier Jour d'un condamné / Roja dawîn a mahkumekî, hin helbest û gotarên li ser wî û berhemên wî hatine nivîsandin xwendine. Mirovên hejar bi naveroka xwe ya dewlemend û çîroka xwe bêtir tesîr li min kiriye.

12-Islûba Victor Hugo çîye? (Vegotin, hevoksazî, hevokên direj an kurt, biwêj, argo, listîka peyvan, hwd.)

- Uslûba wî cihêreng e. Di helbestên xwe de gelek caran îskenderînê bi kar tîne, yanî risteyên 12 kiteyî dinivîse. Lê bilîstina li ser rawestan, kirpandin û di ser re qevizînê yan jî bi guhastina wê ya bi şeşkiteyî an jî heştkiteyî bêtir jê sûd werdigire. Ew gelek fîgurên stîlê û tomarkirina nexweş û trajîk bikar tîne. Car caran henekpêkirin û qeyda polemîk jî bi kar tîne. Ew bûyerên ku ravedike pir birêkûpêkî destnîşan dike. Mijarên berhemên wî bi giranî dozên siyasî yên ku wî diparastin û jiyana şêniyên dema wî ne. Mijarên wî provakatîf in û ji ber vê yekê sirgûn bû. Hin caran hevokên wî paragrafek in.

13-Tayîbetiyên Islûbên wî yê resen kîjan in?

- Romantizma klasîk e, ku bi serdestiya hesasiyeta hest û xeyalê li ser aqil û ehlaqê meriv xwe nîşan dide.

14-Wexta te mirovên hêjar wergerand te riyekî çawa hilbijart? (Mînak te çend cara xwend, pêşîya wergerê te çi amedakarî kir, tayînkirina peyvên sereke?) Taktîkên te ye wergerê çine?

- Beriya wergerê min pirtûk çar caran xwend, dema ku min dest bi wergerê jî kir min paragraf bi paragraf dixwend û werdigerand. Heta ji min dihat min dixwest ez bi orjînalê wê re sadiq bimînim, lê di heman demê de jî min hewl dida ku kurdiya wê rewan û têgihîştina wê hêsan be. Dibêjin werger weke jinê ye; ya xweşik sadiq û ya sadiq jî xweşik nabe. Mêzîneke hesas e, divê giranî bi aliyekî de neçe.

15-Navê kitêb (Les Miserables=Mirovên Hêjar) te çawa biryar da?

- Mana “miserable” di kurmancî de bêtir “reben” e, lê “reben” hinekî mana “bêkêr” jî didde, lê lehengên romanê nebêkêr, jîr in. Ji bo wê min peyva “hejar” tercîh kir, icar ji ber ku di zaravayê kurmancî de, navê xweser pirhejmar nabe, diviya min bigota “Yên hejar”. Lê ev jî di sernivîsê de weke nêvcî, netemam xwiya dike. Ji bo wê min “mirov” lê zêde kir û kir “Mrovên hejar”.

16-Dema tu werger dikî carna tu dikevî tengîyê? Wan çaxa ji kesî alîkarî dixwazî an tim tu bi xwe biryar didî?

- Hin termên teknîkî netê, ew jî ji ber sed sal qedexweya li ser wî ye, kurdî zimanekî dewlemend e û ji zimanên dora xwe nekêmtir e. Ez ji kurdî/kurmanciya xwe jî pişt rast im, helbet li ser hin peyvan ez bi derdora xwe şêwirî me, min li ferheng û jêderên din nêriye, lê felsefa min ew e, ku weke kurd dibêjin “bi dinyayê bişêwire, lê bi ya xwe bike”. Ez guh didim dengê dilê xwe.

17-Wexta mirov wergerê dike herwiha dikare ferhengek jî amede bike. Ferhengek Kurdî-Fransî difikirî?

- Di destpêkê de difikirîm, lê niha ferhenga Kurdî-Fransizî ya bi rêveberiya Kendal Nezan hatiye amadekirin û weke gelek kesên din hinekî keda min jî ketiyê heye û têra xwe dewlemend e. Heke daxwaz hebe, belbî meriv dikare ferhengeke Fransizî kurdî amade bike.

18-Di destê te de çi ferheng hene? Tu ji kîjan ferhengan sûd werdigirî?

- Weke min li jor jî bahs kir, li ber destê min Ferhenga kurdî-fransizî ya Kendal Nezan, Ferhenga tirkî-kurdî/kurdî-tirkî ya Zana Farqînî û D. Îzolî, Ferhenga kurdî ya Mihemed Emîn Bozarslan û ya Celadet Bedirxan, ya Kurdî-Farisî ya Hejar û ya Fransizî-tirkî ya Tahsîn Sarac heye û li ser internetê jî carinan Ferheng.orgê dinêrim, ji wan sûdê werdigrim.

19-Çaxê te werger kir, xeynî fransî te ji wergera tirkî an ji wergera ingilizî hwd. sûd wergirt? -

Berî ku ez dest bi wergera “Mirovên hejar” bikim, min wergera tirkî ya Nesrîn Altinova jî xwendibû, lê ya wê tekstê orijinal bû, ne adabtasiyona ji bo zarokan bû. Min ingilîziya wê jî xwend, lê rastî ingilîziya min têr nedikir ku jê sûdê werbigirim.

20-Wergera te ye çi menfeet bide edebîyata Kurdî?

- Weke min li jor jî hinekî bahs kir, “Mirovên hejar” weke ansîklopediyekê ye; tê de, termînolojiya teolojiyê/dînî, ya hiqûqê, ya siyasî, ya aborî, leşkerî û hwd. heye ku dikarin kurmancî dewlemend bikin. Her wiha bi naverok û uslûba xwe ya edebî jî ew dê li ber geşbûna edebiyata kurdî asoyên nû veke. Dê xwendekaran ji rolê dêrê di civatê de, şoreşa fransizî, ji têkoşîna çînayetî, maf û azadiyan, civata fransizî ya wê demê, şerê Waterloo ku têde artêşa fransayê ya bi serokatiya Napoleonpe 1ê, li hemberî Ingilîz, Alman, Holandiyan şikest xwar jî agahdar bike. Bi kurtayî Viktor Hugo, dê bibe nivîskarekî kurmancî û bi kurmancî gazî civata me bike ku li maf û azadiyên xwe xwedî derkevin û rênedin ku serdest û dagîrker mafên wan binpê bikin. 

21-Min wegera te Mirovê Hejar xwend û min jê hez kir. Zimanê roman Fransîye lê min ruhê kurdî di vê wergerê de dît. Yane ne tinê fam kirin mirov jê lezzetê jî distîne. Gramer, biwêj, çanda biyanî; ez bawerim kurdîkirina(ehlîkirina) van tiştan ne hesan e. Çend mînak ji wergara te; ‘’ kurê şîr heram’’, ‘’roj bejnekê bilind bûbû’’, ‘’niquta avê li malê nemaye’’, ‘’hûn ji bavê xwe bêminet in’’, ‘’pere xurde kirin’’, ‘’kurt û kurmancî’’, ‘’ceger kirin’’

Hevokên wisa hene dibe ku te bi seetan pêve mijûl bûyî? Tu li ser vê majarê çi difikirî? - Helbet beleheq negotine werger ji nû ve nivîsandin e, îcar tercumaniya kurdî ya hest, hizr û fikrên Victor Hugo, usluba wî ya edebî kirin û bikurdî nivîsandina wê ne hêsan e, gelek hizr û demê dixwaze. Di destpêkê de jî, di warê ravekirina kurdî de astengên min pir tune bûn, di warê têgihîştina fransizî de hin kêmasiyên min hebûn û ji bo wê hatim Fransayê. Lê ji ber ku meriv bi wergera kurdî nikare îdareya xwe ya rojane bike, ez mecbûr mam hin karên din bikim, bawer dikim ji niha û pêve ez ê karibim bêtir wexta xwe bidim wergerê. Bêrî ez dixwazim tekstê orijinal ê Mirovên hejar wergerînim û paşê li ser klasîkên din ên fransizî yên weke Balzac, Flaubert, Zola û hwd. jî bixebitim. Ez hêvî dikim, ku rêxistin, sazî û dewlemendên me piştgirya ziman û edebiyata kurdî bikin, nivîskar û wergêr û weşangerên me ji bo îdara xwe bikin karên din nekin, her binivîsin û bi karê xwe yê eslî mijûl bibin.

Di encamê de ez sipasiya rêveberiya ‘Werger hêz e’yê û bi taybetî jî ya Muaz Çetin dikim, ku derfeta ez bîr û rayên xwe bighînim guhdêr û xwendekarên malperê dane min. Ji bo karê we ez we pîroz dikim û ji we re jidil serketinê dixwazim. Werger hêz e.

www.wer-ger.com

Bi Yakup Karademir re Hevpeyvîn / Podcasta Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin