Biden, piștgirîya xwe ji bo herêma Kurdistanê dîyar dike
.
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pabendiya berdewam û demdirêj a welatê xwe jî ji bo aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser vê mijarê, ev gotin di nameyekê de bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine û Serokê Amerîkayê tekez kiriye ku "êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevahengiya bihêz û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan daye, herwiha pabendiya Amerîkayê ji bo berdewamiya piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge, car din aniye ziman".
Di beşeke din a nameyê de Joe Biden tekez kiriye ku Amerîka Herêma Kurdistanê aram, seqamgîr û geş, weke beşeke sereke ji bo Iraqeke seqamgîr û geş dibîne.
Di dawiya nameyê de jî Serokê Amerîkayê cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û hemû gelê Kurdistanê pîroz kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin