Bîlançoya xwepêşandanên li Fransayê hat eşkerekirin
Wezareta Navxweyî ya Fransayê derbarê protestoyên ji 17ê Mijdarê ve bi sedema bihayî û zêdekirina bihayê sotemeniyê li seranserê welêt berdewam dikin, daxuyanî da.
A+A-
Wezaretê ragihand ku di protestoyan de, li Parîsa peytaxta Fransayê 10 hezar kes, bi tevahî jî 136 hezar kesan beşdarî xwepêşandanan kiriye.
8 ji wan polîs 263 kes di bûyeran de birîndar bûne û 630 kes jî hatine binçavkirin.
Di xwepêşandanên roja Yekşemê de jî 22 ji wan hêzên ewlekariyê 43 kesan birîndar bûn û 424 kes jî hatin binçavkirin.
Di xwepêşandanên heta niha berdewam dikin de, 2 kesan can daye.
Wezaretê herwiha da xuyakirin ku dê hejmareke mezin a protestokaran werin dadgehkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin