Bilindbûna pileyên germê metirsiya belavbûna nexweşiyên veguhêz zêde kiriye

Bilindbûna pileyên germê metirsiya belavbûna nexweşiyên veguhêz zêde kiriye

.

A+A-

 Ligel bilindbûna pileyên germê, li wan navçeyan ku ji ber erdheja Mereşê bi tevahî wêran bûne, metirsiya belavbûna nexweşiyên veguhêz zêde kiriye.

Tîmên şaredariyê ne li navenda bajarê Mereşê û bajarokên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja wêrankar a 6ê Sibatê bû, li dijî metirsiya belavbûna nexweşiyan, dermanê dij-bakterya direşînin.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca got “Van rojan hinek mijarên tendirûstî hene ku divê hestyar bin. Yek ji wan bakterya tetanos e. Bizmarên zingargirtî, kêr an birrîna tiştên metal, dibin sedema tetanosê. Birînên laş û kûlbûna çerm, derfetê didin bi wê bakteryayê bikevî. Em girîngiyê bi tedbîran didin. Yên ku di erdhejê de birîndar bûne, eger birînên wan biçûk bin jî, daxwazê ji we dikim wergirtina vaksîna tetanosê piştguh nekin.”

Ev nexweşxaneyeke gerok e li bajarê Hatayê yê Tirkiyê, di vê labaratuara gerok de xwînê werdigrin bo pişkinîna werimîn û sedema nexweşiyê.

Tîmên tendirûstiyê wê yekê dişopînin ka gelo li bajêr ti nexweşiyeke heye yan e.

Pizîşk Hasan dibêje  “Li herêmê niha hejmara pêketina bi nexweşiyên nefesê kêm bûye lê di nav zarokan de nexweşiya ku em jê re dibêjin diyale pêş ketiye û dilxelandin û verşandina zarokan zêde bûye. Bi baweriya min nexweşî gehiştiye asta şewbê. Pêşniyara min ew e bi ti awayî ava muslixan neyê bikaranîn û ji bo çêkirina xwarinê jî."

Ev di demekê de ye Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê roja Înê got, ava parêzgeha Mereşê ji ber tevlîbûna zibil û bermayên xanî û avahiyên herifî pîs bûye, lewra egera belavbûna kolera û çend nexweşiyên din li parêzgehê heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin