
Binke û cîhên PDK-Î yên li Koyê hatin bombebaran kirin
.
A+A-
Li gor zanyariyên BasNewsê bi mûşekan li binke û cîhên Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê yên li Koye dan û ew mûşek li Kelha Demokratê ketine.
Berî naha 45 rojan jî careke din li Koye û çend navçeyekî din ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin topbaran kirin û hejmarek zêde şehîd û birîndar çêbûn.
Qaymeqamê Koyê Terq Heyderî ji K24ê re ragihand: “Îro danê sibê 5 mûşek ji aliyê Îranê ve hatin avêtin û ber bi Koyê ve û li Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ketin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal ji K24ê re ragihand, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
Li gor zanyariyên berdest naha beşek ji xwandevanên Koye ji ber bombebaranê hatine vala kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin