Binpêkirinên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê

Binpêkirinên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2022yan ve, heta 15 vê mehê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, 310 caran rêkeftinên agirbestê, ku bi garantiya Amerîka û Rûsya çêbûne binpê kirine û welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkiriya Tirkiyê de binpêkirinên wek girtin û revandina sivîlan beramberî wergirtina fidyê, desteserkirina xanî û zeviyan û firotina wan, standina bacan, birîna darzeytûnan, guhertina demografyayê, avakirina komelgehên niştecîbûnê ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde û têkdana cihên şûnwarî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam in.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê derbarê binpêkirinan de dibêje: “Ji ber wan binpêkirinan, bêhtirî 18 kes, di nav wan de jin û zarok hene, hatine kuştin û bêhtirî 280 kesên din jî birîndar bûne. Ziyan gihiştiye bêhtirî 22 avahiyên xizmetguzariyê, mal wêran bûne û zeviyên çandiniyê ketine ber ziyanan.”

Ew navend dibêje, binpêkirinên Tirkiyê û grûpên çekdar, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gundewarê Helebê li dijî sivîlan têne encamdan, bi taybetî li Til Temir, gundewarê Efrînê, Til Refeet, Şehba, Minbic, Kobanî û bajarokê Eyn Îsa.

Li gorî zanyariyan, binpêkirin bi rêya dorn, bombebaran, topbaran û rokêtan têne encamdan, hinek kesên sivîl bi li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Her wiha ava çemê Çemê Ferat ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kêmirin, ji ber wê yekê hejmara demjimêrên peydakirina elektrîkê ji herdu bendavên Tişrîn û Ferat gelekî kêm dibin, Wêstgeha Elektrîkê ya Til Temir jî, ji ber topbaranê bêhtirî carekê hatiye ji karxistin.

Wêstgeha Elok a Avê, li navçeya Serê Kaniyê, ji cotmeha 2019yan ve heta niha, bêhtirî 30 carî hatiye rawestandin û ava wê ji ser bajarê Hesekê û beşekî ji gundewarê wî bajarî hatiye birrîn.

2 rêkeftinên agirbestê ligel Tirkiyê hatine kirin

Rêkeftina yekem 17yê Cotmeha 2019yan, di navbera Tirkiye û Amerîka de bû.

Rêkeftina duyem, 30ê Cotmeha 2019yan, di navbera Tirkiye û Rûsya de bû.

Li gorî herdu rêkeftinan, garantî hate dayîn ku Tirkiye pabendî agirbesteke herdemî be, lê Tirkiyê pabend nebû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin