Birayê Dalya Muslim: Em ti carî Herêma Kurdistanê bi teslîmkirina keça xwe tohmetbar nakin
Birayê wê şervana YPGê, ku çend roj berê teslîmî Tirkîyê bû, dibêje, wan ti carî Herêma Kurdistanê bi teslîmkirina keça xwe tohmetbar nekirine.
Ev demek e medyaya PKKê û peyayên Lahûr Cengî buxtana wê yekê davêjin hikûmeta Kurdistanê ku qaşo birazîya Salih Muslim, Dalya Muslim, ku şervana YPGê bûye û çend roj berê teslîmî Tirkîyê bûye, teslîmî Tirkîyê kirîye!
Wezareta navxwe rastîya wê mijarê deşîfre kir û bersiva buxtanên wan jî da lê dîsa jî ew li ser belavkirina wan buxtanan berdewam in.
Gotina dûmahîkê ji alîyê birayê Dalya, Muslim Mehmûd Muslim ve hat kirin. Birayê wê ji NRT re gotîye: 5-6 meh berê xûşka min bo nexweşîyê derbasî Herêma Kurdistanê bibû. Me ti carî negotîye ew li Herêma Kurdistanê hatîye teslîmkirin. Me gotîye li wir bûye û bi xwe çûye teslîm bûye. Daxwaza me ew e ku hikûmeta Kurdistanê Dalya vegerîne ba me.
Birayê Dalya her wiha gotîye: Em ti kesî tohmetbar nakin. Ez têkest dikim ku em Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar nakin.
Li ser wan gotinên ku li ser navê Salih Muslim hatine kirin ku qaşo PDKê Dalya teslîmî Tirkîyê kirîye jî, birayê Dalya gotîye: Salih Muslim tiştek li ser wê mijarê negotîye. Ji ber wê jî ew tiştên ku hatine gotin, derew in û gotinên wî nînin. Lê dîsa em daxwaz dikin Herêma Kurdistanê û sazîyên navdewletî alîkar bin da ku Dalya vegere. Me ji ajansa Anadolu bihîst ku Dalya li Mêrsînê teslîmî polîs bûye.
Li ser daxuyanîya bavê Dalya jî, Muslim Mehmûd Muslim gotîye: Bavê min negotîye li Hewlêrê hatîye teslîmkirin. Me digot li Başûr e. Ji xwe dema Dalya telefon dikir cihê xwe nedigot tenê digot ez li Başûr im. Me jî nizanîbû li kîjan bajarî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin