Birca Keçikê wê bibe navenda çand û hunerê
Birça Keçikê ku ji ber qedexeyê 5 sal bûn girtî bû, piştî vekişandina polisan dê radestî DTSO’yê bê kirin. Ji bo ku Birca Keçikê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganîyê re veke DTSO’yê milyonek û 200 hezar TL hîbe girt.
Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ya Amedê ku ji ber qedexeyan ji sala 2015’an ve girtî ye, radestî Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) tê kirin. DTSO, amadekarî dike ku piştî rabûna qedexeyê bircê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganîya turîzmê re veke. Di vê çarçoveyê de dê bi Midurîyeta Çand û Turîzmê ya Bajar re hevkarî bê kirin û DTSO ji 2 sazîyên milyonek û 200 hezar TL hîbe bigire.
TIŞTÊN LÊ BIRCÊN BÊN ÇÊKIRIN
Alîkarê Serokê Lîjneya Rêveberîya DTSO’yê Ercan Tayinlamak, derbarê mijarê daxuyanî da û dîyar kir ku ji bo careke din birc bê aktîfkirin, piştî rakirina nuqteya kontrolê ya nêzî wê xebatan lê dest pê kirîye û wiha got: "Wê li bin bircê saloneke ku ji bo gelek tiştan bê bikaranîn, qada pêşengeh, qada fûayeyê bê çêkirin. Dîsa ser bircê jî bibe terasa temaşê. Li pêşîya bircê jî dê qadeke biçûk bê çêkirin û li vir dê jin karibin berhemên herêmî yên hildebrînin bifiroşin.”
PROJE QEBÛL BÛYE
Tayinlamak, destnîşan kir ku projeya wan ji alîyê Lîjneya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî ve hatîye qebûlkirin û ji bo projeya wan Îdareya Geşepêdanê ya Herêma GAP’ê 500 hezar TL û European Endowment for Democracy (EED) jî 89 hezar Eûro hîbedane wan.
MA
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin