Birêveberiya xweser biryara girtina Fûad Elîko û Ibrahîm Biro da
Dozgeriya Giştî ya li Bakurê Sûriyê, daxuyaniyek da û got ku wan biryar daye ku Endamê Pîlotbîroya Yekîtiyê Fûad Elîko û endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê Ibrahîm Biro bigirin.
A+A-
Dozgeriya giştî ya di dadgeha parastina gel de li bakurê Sûriyê bi daxuyanyek ragihand ku piştî giliyên xelkê Efrînê Birêveberiya Xweser biryara girtina Sekretêrê Partiya Yekîtî û endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKS Ibrahîm Biro û endamê polîtbîroya Yekîtiyê û endamê serkirdatiya Hevpeymanya Dijberiya Sûryiyê Fûad Elîko daye.
"Di wê daxuyaniyê, herdu serkirdeyên partiya Yekîtî û ENKSê, hatine tometbarkirin ku destwerdana wan di êrîşa li dijî Efrînê de hebû û wan piştgiriya dagîrkirina Efrînê kiriye, ji ber vê yekê jî wan biryara girtina herdu serkirdeyên ENKS daye."
Ji aliyê din ve herdu serkirdeyên ENKSê wan tometan red dikin û dibêjin ku biryarên rêveberiya xweser ne rewa ne û tometên wan bê bingehin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin