Biryar hat îmzekirin...Piştî çend heftiyan leşkerên Amerîkî dest bi vekişînê bikin

Biryar hat îmzekirin...Piştî çend heftiyan leşkerên Amerîkî dest bi vekişînê bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis biryarnameya li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê îmze kir. Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.

A+A-

Televîzyona CNNê zanyariyên ku ji du rayedarên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi dest xistine belav kir.

 

Li gor zanyariyan, James Mattis biryarnameya vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê îmze kiriye.

 

Hat ragihandin ku di biryarnameyê de zanyariyên li ser dem û çawaniya vekişîna leşkerên Amerîkayê hatine diyarkirin, ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis piştî biryara Donald Trump a vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê, ragihandibû ku ew dest ji kar dikşîne.

 

Li aliyekî din Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê axifîn. Trump naveroka wê axaftinê ji twîtira xwe eşkere dike û dibêje: “Erdogan ji wî re gotiye li Sûriyeyê şerê mayî ya dijî DAÎŞê ewê bikin û dawiya DAÎŞê bînin. Erdogan ew kes e ku dikare tiştê dibêje bike.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin